Navenda Hûrî ya Amûdê ji bo zarokên dibistana seretayî şahiyek li dar xist

14:19

JINHA

AMÛDÊ- Li Navenda Hûrî ya TEV-ÇAND'ê ji bo zarokên dibistana seretayî şahiyek bi mebesta zindîkirina zimanê dayikê hat li dar xistin.

Li Navenda Hûrî ya girêdayî TEV-ÇAND ya bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê, bi tevlîbûna mamoste û xwendekarên dibistanên sereteyî yên Cegerxwîn û Melayê Cizîrê şahiyek organîze kie. Şahiya ku zindîkirina zimanê dayikê armanc dike, rastê elaqeyeke mezin hat. Di şahiyê de endamên Navendê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi deqîqeyekê rêzgirtin destpê kir. Paşê Koma Şehîd Hêvî stran gotin û govend gerandin. Piştre Koma Şehîd Delîla jî govenda xwe ya folklorî pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de xwendekar û mamosteyan bi giştî govend girtin û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Zimanê Kurdî" govend girtin.

(rh/en/rc)