‘Divê Wênevanên jin bi israr bin’

10:32

JINHA

AMED – Rojên Wêneyan a Navneteweyî ku li Galeriya Hunerê ya Amedê berdewam dike kêmaniya wênekêşên jin dijî. Asîstana Navenda Hunerê ya Amedê Ezlel Yilmaz, got ku divê jin di vê mijarê de bêhtir bi israr bin.

4’emîm Rojên Wên a Amedê ya Navneteweyî ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Amedê û Komeleya Amatorên Wêneyan a Amedê (DÎFAK) hat destpêkirin bi dawî bû. Asîstana Navenda Hunerê ya Amedê Ezlel Yilmaz a ku li der barê mijarê de nirxandin kir, diyar kir ku Amed li gorî bajarên herêmê di warê hilberîna wêneyan de li pêş e, lê wênekêşî hêj belav nebûye û destnîşan kir ku kursên DÎFAK’ê ji bo vê gelek girîng in. Ezel a ku got di rojên wêneyan de ji 10 pêşangehan 3 aîdê wênevanên amedî bûn, dest nîşan kir ku wateya pêşangehan ji bo hilberîna xwecihî xwedî girîngiyek bû.

‘ Wênevanên jin tên jibîrkirin’

Ezel diyar kir ku ji 10 pêşangehên hatin pêşandan tenê 2 aîdê wênevanên jin bûn û got ku ew ji bo ku wênevanên jin zêde bibin di nava xebatan de ne. Ezel ragihand ku ji bo xebatên bi vî rengî pêş bikevin jî di navava xebatan de ne. Her wiha Ezel diyar kir ku ji bo xebatên bi vî rengî divê ku jin bêhtir bi israr tevbigerin.

Ezel got ku jinên wênevan zêdene, lê di hişê mirovan de tenê wênevanên mêr hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Dema ku lîsteya mêvanan tê diyarkirin navê mêran derdikeve pêş. Heta ku jin navê xwe bi bîr nexin nayê bîr û hişê organîzartoran. Ji bo ku jinên wênevan neyên jibîrkirin divê ku ji bêhtir rola xwe bilîzin.”

(mla/gc/mk)