Bi orkestraya Jinê hemû sînor tên derbaskirin

09:04

Oyku Dîlara Keskîn /JINHA

STENBOL- Jin hatin cem hev û Orkestraya Jinan a Stenbolê ava kirin û bi derbaskirina sînoran dibin dengê jinan. di qada muzîkê ya mêr zêdene de Orkestraya Jinê dixwaze rengê jinê bide xuyakirin û ji sponsorên jin jî piştgiriyê dipên.

Jinên ji komên pîşeyên cuda hatin cem hev û Orkestraya Jinan a Stenbolê ava kirin. Orkestra ji dengên jinê li dijî zîhniyeta serdet hatine cem hev pêk tê.Orkestra di Çileyê 2016'an de hat avakirin û hedefa wan eve ku komê mezintir bikin û xwe bigihînin jinan û dest bidin jiyana wan. Konsera herî nêz ya orkestrayê di 21'ê cotmehê de li Sahneya Moda a Kadikoyê ye.

'Em dixwazin pergala serdest a mêr biguherin'

Em bi jinên di orkestrayê de cih digirin re axivin. Necla Demîrlî k udi komê de cih digire diyar kir ku wê hebûna komê bi stran û klanên xwe bidin hîskirin. Neclayê got hewcedarî bi piştevaniya jinan heye û got ew dixwazin pergala mêr a di qada muzîkê de biguherin û got jin orkestrayê wek hêvî dibînin.

'Em ji sponsporên jin piştgiriyê dipên'

Neclayê bi lêv kir ku ew muzîka etnîk dikin û got di hilbijartina stranan de bi taybet naxwazin zimanekî cudaxwaz hebe. Neclayê wiha berdewam kir: "Li her qada jin hebin hemê li ser sahneyê bin. Em dixwazin orkestraya xwe berfireh û rengîn bikin. Em li bende hemû jinane. Em dixwazin jin hêzê bidin me. Em dixwazin bi taybet jin bên konserên me."

Songul Akbaba ya baterîsta orkestrayê ye got muzîkê ji bo dengê xwe bidin bihistin wek amûr bikar tînin.

'Divê em bibin dengê jinên girtîgehê'

Gonul Turanê jî destnîşan kir k udi qada muzîkê de mêr zêdene û jib o rengê jinê bibin muzîkê ketine vê xebatê û got: "Piştî hewldana darbeyê zîhniyeta serdest zêdetir bû. vê rewşê bandor li ser hemû kesî kir. Me jî li dijî vê dengê xwe bilind kir. Em dixwazin bibin dengê jinan. di girtîgehan de gelek jin hene. Em dixwazin bibin dengêwan. Divê em di vê pêvajoyê de li her derê bin.em li dijî zîhniyeta serdestin."

'Emê sînoran derbas bikin'

Zeynep Yildizê jî bi lêv kir ku ew wek jin wê sînoran derbas bikin. Dîlek Gubay jî diyar ki rku dewlet dixwaze bi polîtîkayên xwe dengê jinê qût bikin û got wê ewm Jî bibin dengê jinan. Esra Lora Yilmaz jî wiha got: "Em ligel hev sazbûna kolektîf jî nîşan didin. Hedefên me yên pêşerojê jî ji bo jin û zarokên li girtîgehê ne."

(dyc/hu)