Hiş û warên cuda wê di Konferansa Muzeyê de bê lêkolînkirin

09:01

JINHA

STENBOL- Di Konfernasa Mzueyên Jinan a Navneteweyî de wê konseptên cuda tên nîqaşkirin. Ji Muzeya Jinan a Stenbolê Meral Akkentê got: "Me 10 muzeyên jinan yên k udi konseptên berfireh dixebitin tevlî kirin."

Muzeya Jinan a Stenbolê, Zanîngeha Bîlgî a Stenbolê û Fakulteya Ragîhandinê bi hev re wê di navbera 20-22'ê cotmehê de Konferansa Muzeyên Jinan a Navneteweyî li Stenbolê pêk bînin. Di bin sernavê 'Navenda Hişê Civakî û Warê Berfireh' de wê bi sê kategotiyan konsepta muzeyên jinan bê nîqaşkirin.

Ji Muzeya Jinan a Stenbolê Meral Akkent diyar kir ku muzeyên jinan jib o ku hunermendên jin û berhemên wan bên dîtin hatiye avakirin û got nêzî 70 muzeyên jinan hene. Meralê got armanca avabûna Muzeya Jinan a Stnebolê jî berfirehiye û got ew mereq dikin ku li cîhanê muzeyên wisa hene an na.

Meralê di berdewamiyê de got wê muze konsepta xwe bidin nasîn û anî ziman ku wê kesên di wê qadê de dixebitin di konferansê de bixebitin.

Her wiha Meralê anî ziman ku wê Muzeyên Aştiyê jî bên axaftin.

(odk-dyc/hu)