Hefetya Çandê ya Tirbespiyê didome

12:14

JINHA

TIRBESPIYÊ-Heftya Çandê ya ku 12'ê mehê destpêkiribû di roja sêyemîn de bi coşeke mezin dewam kir.

Navenda Çand û Huner ya Hêzil hefteya hunerê ya bajêr bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Apo Azadiya Mirovahiyê ye" organîze dike, di roja sêyemîn de jî berhemên dewlemend li gundê Til Şeîr ya li ser rêya herêma Sinceq ya Tirbespiyê pêşkêş kir.

Bi sedan ji şêniyên bajêr tevlî organîzeya Hefteya Çandê bûn. Koma Şehîd Delîla ya ser bi TEV-ÇAND a Tirbespiyê stranên gelêrî gotin. Li ber çepikên gel jî Koma Gula Kurdistanê ya bajêr govenda folklor pêşkêş kirin. Koma Şehîd Welat jî bi şanoyên "Meymûna Serê Salê" û "Hilbijratina rêveberên Komîn" derketin ser dikê. Di dawiyê de jî govend hate gerandin.

Hefteya Çandê ya bajêr dê berdewam bike.

(zc/şz/rc)