Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê dikin

09:16

Zeynep Durgut/JINHA

AMED-Ji bo bîranîn û yadkirina Helbestvan Arjen Arî dê îsal cara 4’emîn pêşbirka helbestan li Amedê bê lidarxistin.

Îsal 4’emîn pêşbirka xelatên helbestên a Arjen Arî dê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Nivîskarên Kurd bê lidarxistin. Armanca pêşbirk ji bo xwedîderketina li zimanê kurdî û wêjeya kurdî ye. Her wiha di pêşbirkê de helbestên ku ji aliyê girtiyên sîyasî ve hatine nîvsiandin jî dê di pêşbirkê de cihê xwe bigirin.

‘Arjen Arî bi helbestên xwe navê xwe di dîroka wêjeyê nivîsand’

Der barê amadekariyên pêşbirkê de Hevseroka Komeleya Nîvîskarên Kurd Yildiz Çakar nirxandin kir. Yildiz diyar kir ku armanca wan ew e ku ciwanan di warê wêje û ziman de pêşve bibin û wiha axivî;” Bi rastî eleqeya ciwanan li hemberî Helbest, Ziman û wêjeya kurdî zêde ye. Armanca me jî ewe ku di ciwakê de em ciwanan di wêjeyê de pêşve bibîn. Li bakur jî yekem car e ku li ser navê helbestvanek kurd pêşbirk tê li darxistin. Arjen Arî di nav wêjeya kurdî de bi helbestên xwe yên modern tê nasîn. Mirov dikare ve bi sê beşan pênase bike; Arjen Arî, Berkem Bere, Rojan Bernas di wêjeya kurdî de ji bo pêşeroja wêjeya kurdî û helbestên xwe mîras girt û riyeke ronahî di wêjeya helbestvaniyê de vekir. Ez karim bibejim bi taybetî Arjen Arî di dîroka wêjeyê de navê xwe nİvîsand. Ev xelat jî ji bo me xelatek girîng e, ji ber ku li ser navê helbestvan Arjîn Arî tê dayin. Ji xwe niha di girtîgehan de jî berhemên helbastan di pêşbirka Arjen Arî de dê bên pêşbazî kirin helbestên ku ji girtîgehan tên em wek komisyona komeleya nîvîskarên kurd amade dikîn û bi vî awayi didin pêşwazîkirin . Em dixwazîn ku îsal eleqeyek mezintir hebe ciwan û bi taybetî jî jin beşdarî pêşbirka me bibin.”

‘Ji bo pêşerojeke azad û ronahî divê wêjeya kurdî bê pêş xistin’

Yildizê anî ziman ku, ew ê îsal pêşbirka Arjen Arî eleqeyek mezin bibîne û wiha domand:”Em îsal pêşbirka helbestên Arjen Arî a 4’emîn didin destpêkirin. Em niha di vê organizasyonê de ne. Ev xelatdayin sala xwe ya 4’an tijî dike. Di vê xelatdayinê de tu berheman xelat negirt û berhemên ku, hatîn gelek kêm bûn. Lê em îsal dixwazîn ku bi pîranî ciwan tevli pêşbirka xeleta Arjen Arî bibin. Îsal wext ji sala din a desrbasbûyi dirêjtir e. Sala din 2 meh dem hebû, lê îsal dê 3 meh be. Ji ber ku hem berhem dê ji girtîgehan bên hem jî kesên ku hêj dosyayên xwe amade nekirîne bikaribin amade bikin wextê me yê îsal dê dirêj be. Em dixwazîn ku îsal pêşbirka me bi kelecan bê li dar xistin. Berhemên ku bên dê ji 1’ê mijdarê heya 31 rêbendanê bên qebûlkirin. xelatên me jî dê di Fuara pirtûkxaneya Amedê dê bên dayîn. Xebatên me bi vî awayi tên meşandin kesên ku dixwazin beşdar bibin bila selêdana xwe li ser malpera me ya Komeleya Nîvîskarên Kurd bikin. Ji ber ku wêje her tim bi tune bûnê re rû bi rû ye, divê herkes beşdarî pêşbirkê bibe. Ji ber wê jî ji bo pêşerok ronahî divê wêjeya kurdî bê pêş xistin. ”

(mk)