Pêşengeha Hefteya Çandê hat pêşkêş kirin

14:59

JINHA

TIRBESPIYÊ-Koma TEV-ÇAND'ê ya bajarê Tirbespiyê pêşengeha çandî bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Apo Azadiya Mirovehiyê ye" da pêşandan.

Li Navenda Çand û Huner ya Hêzil a bajarê Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê Koma TEV-ÇAND'ê pêşengeha çandî bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Apo Azadiya Mirovehiyê ye" da pêşandan. Li navendê kon hate vedan û amûrên kevnar wek destar, kulav û pêdiviyên girêdayî jiyana gundan hat dayîn. Şervanê YPG-YPJ'ê û nûnerên rêxistinên civakên sivîl jî serdana pêşengehê kirin. Gel jî elaqeyeke germ nîşan da. Di serî de koma Koçberat ya bajarê Dêrikê folklora herêma xwe leyîstin. Paşê Koma Şehîd Welat şanoya bi navê "Meymûna Serê Salê" pêşkêş kir. Koma Kûkîlkên Kurdistanê ya zarokan jî berhemên xwe yên folklorî leyîstin.

Pêşengeha çand bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" û gerandina govendê bi dawî bû.

(zc/en/rc)