Pêşengeha Çandî ya dayikan hat vekirin

14:44

JINHA

EFRÎN- Li navçeya Şera ya Kantona Efrînê pêşengeha çandî bi pêşengiya jinan hat vekirin.

Pêşengeha çandî ya bi navê "Bi Çanda Resen ya Dayikan Em Hebûna Xwe Diyar Dikin" li navçeya Şera ya Kantona Efrînê pêşengehek bi pêşengiya jinên xebatkar ên Şaredariyê Gel hat vekirin. Pêşengeha ku dê du rojan vekirî be, çanda kevnar a cil û berg, xemlê huneri ya malan û hwd. pêşkêş dike. Herwiha karên hunera destan, wek wênexêzî û pêdiviyên mitbexê jî di pêşengehê de cih digirin.

Berhemên pêşengehê tev ji hêla dayikan ve hatine amedekirin. Hevşaredara bajêr Rohilat Emîne diyar kir, wan ji bo zindîkirina çanda kevnar ya ku bi destên jinan hatiye afirandin, ev pêşengeh amede kiriye. Pêşengeh bi alîkariya şaredariyên gund û xebatkarên şaredariyê yên jin pêşkêş dibe.

Jinên Efrînê elaqeyeke mezin nîşanî pêşengehê dan. Pêşengeh di nav tîlîlî û çepikên jinan de hate vekirin.

(so/en/rc)