Rojên Sînemayê bi keda jinê dest pê dikin

11:40

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Frankfutê Rojen Fîlmên Kurdî ku bi keda jinan hat organîzekirin bi begefîlma ‘Sara – Hep kavgaydi yaşamim (Jiyana min her şer bû) dest pê dike.

Li Frankfurte Rojên Fîlmên Kurd ku Jinên xwendekarên Kurdistan (JXK) û Meclisa Jinê ya Amara organîze kirn bi 6 fîlmên ku hatin organîzekirin derdikevin pêşberî temaşevanan. Di vekirna çalakiyê ya ku dê îro bê kirin de wê ji beşdaran re xwarinên kurdî bên pêşkêşkirin û wê muzîk bê guhdarkirin. Endama JXK Cansu Karayel diyar kir ku di organîzasoyona şahiyê de tenê jinan cih girtiye û wiha got: “ Em dixwazin ku fîlmên kurdî bi temaşevanan bidin temaşekirin. Dema ku em vê dikin jî em pirsgirêkên jinan esas digirin. Di gelek fîlmên ku em nîşan didin de pirsgirêkên fîlman cih digirin. Di vekirna şahiyê de jî dê jin biaxivin.”

Cansû diyar kir ku di bernameya wan de belgefîlma jina siyasetmedar Sakîne Cansiz a ku di 9 Çileyê de bi du hevalên xwe re li parîsê hat qetilkirin yê bi navê ‘Sara – Hep kavgaydi yaşamim (Jiyana min her şer bû) jî cih digire û ev tişt got: “ Bi taybetî ji bo ku em Sara bi temaşevanan bi din naskirin em din ava xebatê de ne. Ji ber ku ji bo jinan jiyana Sara gelek girîng e û dixwazin ku bizanibin û fam bikin.”
Fîlmên ku dê di 13 -20’ê cotmehê de bên nîşandan ev in: “ Bakur, Were Dengê MİN, Kilama dayika min, Sara – Jiyana min her şer bû, Bîranînên li ser kevir û Peshmerga ne.”

(fk/mk)