Dê şanoger ji bo Guneşê derkevin ser dikê

14:21

JINHA

ÎZMÎR – Şanogerên Yenîkapi dê listika xwe ya vê serdemê ya ewil ji bo dermankirina Guneş Erzurumluoglu ya ku li Pirsûsê di teqê de birîndar bû bilîzin.

Ji bo ku piştgirî ji Guneş Erzurumluogluya di teqîna li Pirsûsa Rihayê de birîndar bû lîstikvanên Şanoya Yenîkapi ya ku li Îzmîrê ye kestin tevgerê. Ji bo dermankirina Gunêş a ku dê li Swîsreyê bê kirin, lîstikvanên Şanoya Yenîkapi dê bi lîstika Molîer a “Efendî” derkevin ser dikê. Hemû hatiniya ji vê liîstika ku dê sibe bê lîstin dê ji bo dermankirina Guneşê bê veqetandin.

(gc)