Ayşe çîrokên jinan di sînemayê de nîşan dide

09:10

JINHA

WAN - Derhêner Ayşe Polat ku bi fîlmên xwe gelek xelat girt, bi belgefîlma xwe ya 'Yên din' tevlî 3'emîn Festîvala Fîlman a Axtamara bû. derhênera Kurd Elewî Ayşe ku ji ber zextan koçî Elmanyayê kir di fîlmên xwe de jî tiştên li ser erdnîgariya Kurdistanê tên jiyîn vedibêje.

Derhênera Kurd Elewî Ayşe Polat bi belgefîma xwe ya 'yên din' kul i Şaxa Wanê kişand tevlî 3'emîn Festîvala Fîlman a Atxamara bû. Ayşe di 1970'ê de li Meletiyê hatiye dinê û di 1978'an de bi malbata xwe re koçî Elmanyayê idke. Di navbera 1990-1995'an de li Berlîn û Bremenê perwerdeya felsefe û wêjeya Elman girt. Di vê demê de bi fîlmê Fremdennacht (Şeva Biyanî), di festîvalên Munster û Nurnbergê de xelat girtin. Piştre fîlmên kurt yên "Ein Fest für Beyhan (Daweta Beyhanê 1994) û "Gräfin Sophia Hatun (Safiye Hatun 1997) kişand. Aşeyê 1999'an de filmê xwe yê metraja dirêj "Auslandtournée (Turneya Derveyê welat) kişand. Filmê "En Garde'' (Xwe biparêze 2004) jî kişand.

Belgefîlmê wê yê binavê 'Yên din' jî li ser ermeniyan hat kişandin û di 35'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de, di Pêşbirka Belgefîlman a Netweyî de xelatên mansiyon girt û niha jî bi heman belgefîlmê tevlî ya Axtamara bû. Ayşeyê got: "Min ev belgefîlm li Şaxê kişandibû. Lîstikvanên belgefîlmê wê bên vê festîvalê û xwe temaşe bikin.

Ayşeyê wiha berdewam kir: "Di salên dawî de têm Kurdistanê. Tiştên bûn mijara belgefîlma min bûyerên li Kurdistanê hatine jiyinê ne. Ez hîna nû nû tiştên di zarokatiya xwe de jiyame vedibêjim. Ezê nasnameya xwe di projeyên pêşerojê de vebêjim." Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanê girtina Tv û radyoyan jî da.

(htk/hu)