Têlkarî ya bi destê jinê dîrok li zîv tê nexşkirin

09:07

JINHA

MÊRDÎN -Têlkdarî li Mîdyatê bi karkeriya Suryaniyan vîtrinan dixemilîne. Jina Kurd Fatma Akpinar ku bi çanda Suryanî dîrokê li zîv nexş dikebi motîfên çêdike têlkarî û vê çandê dimeşîne.

Mîdyat warê hunera têlkariyê ye. têlên zîv li ser germahiyek mezin tê helandin û vedigere têlkariyê. Hosteyên têlkariyê jî bi modelên cur bi cur hunerên xwe nîşan didin. Têlkariya ku heta niha digotin mêr çêdikin, bi destê jinê xwe dirêjî pêşerojê dike. Fatma ya kul i Komeleya Çanda Suryanî ya Mîdyatê perwerdeya vê girtiye got destpêkê wek hobî kiriye û piştre veguhertiye pîşeyê.

'Pîşeya bavê min bû'

Hosteyê têlkariyê Samî Akyol ku 30 sale têlkariyê dike wiha got: "Li Komeleya Çanda Suryanî ya Mîdyatê 20-30 hoste hatin gihandin. Ev proje bi taybet ji bo jinan bû. ev pîşeya bavê min bû. ev pîşeyek gelek kevnare. 4000-5000 sal berê têlkarî hebû. Parçeyên orjînal yên wê demê hatine çêkirin pir zehmetiin. Beyî ku ti teknîkek hebe têlkarî hatiye çêkirin. Di 1900'î de li Mîdyatê 30-40 atolye hebûn. Lê ji ber pêvajoyê gelekan atolye girtin û çûn derveyê welat. Niha tenê 4 atolye hene."

'Divê aştî bê ser van xakan'

Samî wiha pê de çû: "Têlkarî hunereke bi têlan tê çêkirine ye. ev bi têlên zirav yên zîv tên çêkirin. Em zîvê xam li atolyeya xwe çêdikin. Di maşîneyan de tê astarkirin û dikin wek têl. ji 120 mîkronî heta 0.25-0.22 mîkronî bi destan tê zirav kirin. Du têlan didin ser hev û di sîlîndîrê de derbas dikin. piştre ji bo têlkariyê amade dibe. Her pêvajo baş biçe wê her tişt sererast bibe. wê atolye wek berê bixebitin. Divê pêvajoya şer bi dawî be û aştî bê ser van xakan."

Jina bi navê Fatma Akpinarê jî got ev hunera ji Suryaniyan girtiyek wek jinek Kurd dixwaze bidomîne û got ew wek hobî tevlî kursan bûye û niha kiriye pîşe. Fatmayê got: "Salekê çûm kursê. Min sertîfîka girt. Piştre min li zanîngehê beşa hunera destan xwend. Piştgiriya kursê ji bom in gelek bû. Têlkarî jî hunera destan dixwaze. Min kêfxweşî kir."

Fatmayê di berdewamiyê de diyar kir ku got armanca wan eve ku vê hunera kevnar bibin nifşên pêşerojê.

'Keda min atolya min'

Fatmayê wiha got: "Gelê Mîdyatê jiyanek bi hev re dimeşînin. Hedefa min eve ku atolyeyê vebikim. Xwendekaran bigihînim. Ez ji bo jinan pêşniyar dikim. Ji bo aboriyê dixwazim di dukana xwe de bifroşim."

(ce-ea/hu)