Zayenda civakî wê bi wêneyan bê lêpirsînkirin

09:03

Nalîn Oztekîn/JINHA

STENBOL- Wênesaz Şehlem Kaçar Sebîk di 18'ê cotmehê de li Wênexaneya Galatayê 'Atolyeya Wêne û Zayenda Civakî' vedike. Şehlemê got atolye ji mêran re jî vekiriye û got: "Armanca atolyeyê bilindkirina hişmendiyê ye."

'Atolyeya Wêne û Zayenda Civakî' di 18'ê cotmehê de li Wênexaneya Galatayê dest pê dike û wê pirsgirêkên zayenda civakî di alî hunerê de binirxîne. Atolye wê 5 hefteyan berdewam bike. Şehlem Kaçar Sebik ku di beşa Zanistên Ragîhandin a Zanîngeha Bîlgî de doktorayê dike, atolyeyê bi rêve dibe. Şehlemê diyar kir ku ew li ser mijarên wekê rolên zayenda civakî, nasname û bedenên wan derkeitye rê û got: "Atolye ji mêran re jî vekiriye. Em bi giştî giringiyê didin tecrubeya jinan. em ji tevlibûna jinan re vedikin. Lê ez difikirim ku divê ev zêdetir bê vekirin. Ji ber divê mêr mêrantiya xwe lêpirsin bikin."

'Emê zayenda civakî bidin nasîn'

Şehlemê diyar kir k udi hefteya yekemîn ya atolyeyê de wê pirsên wekê ' Zayenda civakê çiye?' vebêjin û got: "Emê zayenda civakî bidin nasîn. Piştre emê têgehên wekê nasnameya zayendê û êrîşa zayendî bisekinin. Emê lêpirsîn bikin ku çi mêran hildiberîne. Bêguman emê di vir de behsa dîroka femînîstbûnê jî bikin."

Şehlemê got piştî pirsgirêkên sereke û mijaran şûnde di hefteya duyemîn de wê du beşan bigirin dest û got: "Beşa yekemîn wê ketina hundera femînîst be. Li ser temsiliyeta wê, çalakiyên pêk tên wê bên lêpirsîn kirin. Di beşa duyemîn de jî emê li ser çapemeniyê bisekinin. Wê dîmenên zayenda civakî ya di çapemeniyê de bên lêpirsînkirin."

Şehlemê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wê di hefteya çaremîn de wê mijarê kolektîfa hunerê ya jinan û aktîvîzm bê dest girtin.

Şehlem Kaçar Sebîk kî ye?

Di salên lîsansê de li ser zayenda civakî, wêne û çapemeniya rexnegirt sekinî. Di lîsansa bilind de li ser bedena jinê û li ser teoriyên Mîchel Foucault ya li ser benda jinê xebat meşand. Di 2008'an de dereceya masterê girt. Di 2005'an de di pêşangehên cuda de cih girt. Bi projeya "One Day: After Work" ji hikûmeta Danîmarkayê bursa çandî girt. Bi piştgiriya FREIA (Aalborg University Feminist Research Centre) û EDGE (Centre for Equality, Diversity, Gender in Aalborg University) pêşangeha xwe ya yekemîn li Muzeya Jinan a Danîmarkayê vekir. Di 2016'an de wek lêkolîner çû serdana zanîngeha Helsînkiyê.

(hu)