Di şanoyê de peyama li hemberî zilmê berxwedana rêxistinî hat dayin

09:38

JINHA

AMED - Li Amedê listika ‘Bûn An Jî Nebûn’ hat pêşandan û xelatên pêşbirka teksta şanoya kurdî hatin dayin. Di lîstikê de peyama li hemberî zilmê berxwedana rêxistinî hat dayin.

Li Şanoya Bajarê Mezin a Amedê listika şanoya ‘Bûn An Jî Nebûn’ a destpêkê hat pêşandan. Şanohez bi baldariyek mezin listika ‘Bûn An Jî Nebûn’ temaşe kirin û listikê gelek ecibandin. Şanohezan li ser piyan ji bo lîstikvanan li çepikan dan.

Listoka ‘Bûn An Jî Nebûn’ peyva navdar a Hamlet “bûn an jî nebûn” vediguhere îroniyeke ‘jiyan an jî mirin’ a komeke şanoyê. Di listokê de piştî ku Varşova dikeve bin dagirkeriya Elmanyaya Nazîst şano tên girtin û hin şanoger tevlî rêxistina berxwedanê dibin. Di nav rêxistina berxwedanê de wateya ‘bûn an jî nebûn’ êdî bo şanogeran dibe wateyek di. Di listokê de şanoger li dijî Elmanyaya Nazîst bi hûnera xwe dikevin nava tevgeran. Şanoger li dijî sixurê Elmanyaya Nazîst listokekê amade dikin û ev listok ser dikeve.

‘Di dema Hîtler şano û hûner dihat qedexe kirin niha jî em heman tiştî dijîn’

Listikvana bi navê Berfîn Emektar a ku di lîstikê de rola derhêner dilîze diyar kir ku, ger zilm bên nas kirin divê listik bi vî awayi bên lidar xistin û wiha axivi: "Em bi lîstika ‘Bûn yan jî ne bûn’ ve sezona xwe ya nû dest pê dikin. Ev lîstika me jî di dema hîtler de li Polonya yê desthilatdariya hîtler di fermî de tê qebûl kirin û huner tê hedefgirtin û şano di dema Hîtler de tê qedexe kirin. Em divê listîkê de 5 jinên listikvan cih digirîn. Lîstika me dê peyama darbeya Hîtler ya sala 1946’an de li Polonyayê pêk anî û komkujiyên li ser gel çawa pêk hatin û qedexe kirina şano û hûnerê dê peyamek wisa bide temaşevanan lê mixabin rewşa Tirkyeiyê ya ku, niha tê de heman rewş û salin ji xwe zimanê hûner encamgirtina van tişta ne. Dema Hîtler şano û hûner dihatin qedexekirin niha jî em dibinin ku, sazî û dezgehên hûneran tên astengkirin û qedexe kirin.”

‘Em bi lîstika ‘Bûn an jî nebûn’ civakê zane dikîn’

Lîstikvana bi navê Gûlê Ozalp Ulusoy jî anî ziman ku, armanca lîstika wan naskirina komkujî û desthilatdariya ne û wiha got: "Em rojên dîrokî derbas dikîn. Armanca lîstika me jî şermezarkirina qedexeyên ku ser hûnerê û şanoyan ne. Ji xwe herkes dizane ku, di dema Hîtler de çiqas komkujî û qedexe ketine dewre. Em jî bi vê lîstikê hem ciwanan zane dikîn hem jî peyamek cûda didîn gel. Em dibêjin bila hûner azad bibe û civaka me azad bibe. Ez bang li gel dikim ku, bila roja în û şemiyan bên li vir lîstikên me temaşe bikin û em bi hevre vê germahiyê parve bikîn.”

Pişti listok qediya xelatên pêşbirka teksta şanoya kurdî ya ji hêla Şaredariya Mezin a Amedê ve hatiye amade kirin hatin dayin. Şono bi çepik û tilîliya temaşevanan bi dawî bû. Şanoya 'Bûn yan jî nebûn' dê her hefteyê roja În û Şemiyê bê pêşandan.

(zyd-ra/rc)