Starta 3. Festîfala Filîman a Axtamarê hat dayîn

14:58

JINHA

WAN – Îsal 3. Festîfala Filîman a Axtamarê dibin rêveberiya Derhêner Ayşe Polat de despêkir.

Di biniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de bi diruşma “Dengê xwezayê, ronahiya dîrokê û heqîqeta jiyanê” 3. Festîfala Filîman a Axtamarê despêkir. Di çarçoveya xebatên festîfalê de li Navenda Çandê ya Nûdayê atolyeya belgesel filîman despêkir. Xebatên atolyeyên filîman ên ku dê hefteyekê berdewam bike, dibin rêveberiya Derhêner Ayşe Polat de berdewam dike. Atolya filîman a ku rastî eleqeyek mezin tê xwendekar ser filîmên temaşe dikin nirxandinan dikin.

Di derbarê festîfala filîman de Rojhilat Aksoy ê di organizeya wê de cih digire agahî da û got: “Xebtên atoyayê bi pêşengiya Derhêner Ayşe Polat rastî eleqeyek mezin hat. Ayşe ceribandinên xwe bi xwendekaran re pardike. Dê çawan filîmek bê kêşan, di her aliyî de agahiyan dide.”

Rojhilat welatiyên Wanê vexwend festîfala ku dê sibê despêbike û got: “Di serî de jinan em hemû welatiyên Wanê vedixwînin festîfala filîman a ku dê sibê starta wê bê dayîn.”

(db-htk/zt)