Şanogerên jin: Huner gerduniye nayê asteng kirin e

09:20

JINHA

ÊLIH – Şanogerên jin biryara girtina Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê şermezar kirin. Jinên şanoger destnîşan kirin ku huner gerdun ye û nayê astengkirin.

Hikûmet di 11’ê îlonê de li ser biryara KHK’ê bi tayinkirina qayûmê şaredariya DBP’ê ya Êlihê dagir kir. Piştî ku qayûmê dest bi peywîrê kir, di serî de saziyên jinan fes kirin û deriyê wan mor kir. Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê ya ku bi salan e xebatên şanoyê dide meşandin û şanogerên wê bi lîstîkên civakî derdikevin pêşberî gel jî bû hedefa qayûmê. Lîstîkvan û xebatkarên şanoya bajêr li malên gelan perwerde dida ciwanan. Ji ber vê yekê jî hemû xebatên şanoyê li bajêr hatin rawestandin. Şanogerên jin ku bi salan e şanogeriyê dikin bertêk nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku huner azad e û pêşiya hunere nayê girtin.

‘Bi hunerê re xwe digihînin gel’

Şanoger û rêvebera Şanoya Bajêr Nûrşen Temel jî destnîşan kir ku ji bo feraseta dixwaze îradeya gel desteser bike, girtina wan û desteserkirina malên gel û hunerê ne tiştekî ecêb e. Nûrşenê di nirxandinên xwe de got ku armanca pergalê ew e ku, hunerê ji ruhê wê yî gerdûnî qut bike ye û bike saziyeke ku jê re xizmetê bike.Nûrşenê destnîyan kir ku ew bi hunerê re xwe digihînin gel. Ji ber vê dewlet hunerê asteng dike.

‘Tu astengiyê nas nakin’

Şanoger Nazlî Akar jî bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku di dîroka cihanê de huner her tim azad bûye û divê her tim azad be jî. Lê mixabin çawa ku li Tirkiyê tiştek azad tune huner jî ne azad e. Her wiha Nazliyê got ku ew ê ligel hemû zextan xebatên xwe yên hunerê berdewam bikin û tu astengiyê nasnakin.

(ho/mk)