Fîlma Bihişta Min bala welatiyan kişand

11:45

JINHA

QAMIŞLO-Komîna Fîlma Rojava ya xebatên Sînema dimeşîne, fîlma bi navê 'Bihuşta Min' li Navenda Çand û Huner a Mehmed Şêxo ya bajêr pêşkêş kir.

Welatiyên Qamişlo, endamên rêxistin û saziyên bajêr, ji fîlmê re elaqeyeke mezin nîşan dan. Fîlma 'Bihuşta Min' ji hêla derhêner Ekrem Heydo ve hatiye amadekirin û ji hêla Komîna Fîlma Rojava hate pêşkêşkirin.
Beriya ku fîlm were temaşekirin, derhêner Ekrem Heydo axaftineke kin kir û kêfxweşiya xwe anî ziman. Ekrem Heydo ji temaşevanan jî xwest ku pêşniyar, nêrîn û rexneyên xwe jê re bêjin.

Fîlm bi giştî jiyana Ekrem ya li bajarê Serêkaniyê û hevalên wî yên ku piştî şerê li wir her yek ber bi cihekê û rewşekê ve çûye xistiye rojev. Di fîlmê de herwiha berxwedaniya mezin a li dijî êrîşên ku li ser şoreşê pêk tê jî tê ziman. Dîmenên fîlmê li bakûrê Kurdistanê, Rojava û Eremenistanê hatine kişandin û 104 deqîqeyan berdewam dike.

Fîlm bi elaqe û çepikên germ a welatiyên Qamişlo pêşwazî bû. Fîlma mijara gotinê dê li tevahiya bajêrên Rojava were nîşandayîn.

(en/rc)