Hedefa BEKSAV’ê eve ku bibe navenda ronakbiriya civakî

09:01

Oyku Dîlara Keskin/JINHA

STENBOL-BEKSAV’ê dest bi dema nû kir û wê bi xebatên reks, atoleyeyê bidomîne. Ji BEKSAV’ê Mîna Şîrînê got: “Sernavên me yên wekê ji bo civakê huner, ji bo mirovan zanist, ji bo azadiyê polîtîka hene. Ji roja em hatine avakirin heta niha em hewl didin bibin navenda ronakbiriya civakî.”

Weqfa Lêkolîna Çand û Hunerê ya Perwerdehiya Estetîkê ya Zanistî (BEKSAV) ku bi salan li Stenbolê û ev demek kurte jî li Eneqereyê xebat meşand piştî 5 sal navberê şûnde ji nûve xebatên xwe berdewam dike. BEKSAV ev du sal eli Kadikoyê avahî vekiriye û bi lez dest bi xebatên xwe yên atolyeyê kir. Di xebatên dema nû de wê qursên muzîk, reks û kursên zayenda civakî berdewam bikin.

‘Me li ser gelên mafên wan hatine xespkirin polîtîka diyar kir’

Ji BEKSAV’ê Mîne Şîrê got BEKSAV navenda çand û hunerê ya alternatîf a 22 salan e û got: “Sernavên me yên wekê ji bo civakê huner, ji bo mirovahiyê zanist, ji bo azadiyê polîtîka hene. Ji roja em avabûna hewl didin ku bibin navenda ronakbiriya civakî. Di salên 90’î de dema kesî têkildarî pirsgirêka Ermen nedianî ziman me sempozyum pêk dianîn. Me tespît kir k udi pirsgirêka Kurde di esasê de pirsgirêka Tirk heye. Me li ser mafên bindestan polîtîkaya xwe diyar kir.”

Xebat didimon

Mîneyê diyar kir ku bi qursên cur bi cur xebatên xwe dimeşînin û got: “Dersên erbane, saz, wêne, tango û ligel vê em li ser zayenda civakî û felsefeyê jî xebatan dimeşînin. Her wiha koma muzîka Sarya, ya Vardiya, Beksav û her wiha komên şaniyê jî hene.”

Mîneyê bi lêv kir ku wê Mîhrîcana Şanoyê ya Kolanê pêk bê û got got wê di vê mîhrîcanê de 8 komên şaniyê cih bigirin û got: “Piştî darbeyê tehemula hikûmetê nema. Qirkirinan destpê kir. Akademîsyen hatin derxistin. Em wek BEKSAV di sempozyumên pêk tînin de wÊ ji akademîsyenan re kursiyê vebikin.” Mîneyê di dawiyê de got wê piştî 5 salan şûnde ji nûve kovara Huner û Jiyanê derxînin.

(dyc/hu)