Çalakiya Hefteya hunerî didome

10:55

JINHA

AMÛDÊ–Çalakiya Hefteya hunerî bi berhemên rengareng ên hunerî di roja çaremîn de bi coşeke mezin berdewam kir.

Navenda Çand û Huner ya Hûrî ya bajarê Amûdê ji 28'ê îlonê ve Hefteya Hunerî organîze dike. Duh êvarê jî berhemên dewlemend ên hunerî hatin pêşkêşkirin. Şahiya duh li Bexçeyê Zarokan hat li dar xistin. Bexçeya ku bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, rastî eleqeyek mezin hat. Şervaên YPJ-YPG'ê û gelê bajêr bi girseyî amade bûn.

Di şahiyê de Koma Şehîd Welat a bajarê Qamişlo derekte ser dikê û dîlanên filoklorî pêşkêş kir, Koma Şehîd Yekta ya Amûdê û koma Şehîd Zîlan a bajarê Dirbêsiyê jî stranên xwe gotin. Li ber stranan govendeke geş hate gerandin.
Hefteya Hunerî bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo" û "Şehîd Namirin" bernameya xwe ya rojê bi dawî kirin.

(rh/en/rc)