Bertek ji hunermendan: OHAL'ê li gorî xwe pêk tînin!

09:07

Habîbe Eren/JINHA

ENQERE - Hûnermendên jin bertek nîşanî girtina tv, radyo, binçavkirin û girtinan dan û gotin k: "Di bin navê OHAL'ê de her tişt li gorî xwe pêk tînin. Êdî her tişt sînora xwe derbas kir."

Îktîdara AKP'ê di çarçoveya zagona Biryara di Hikmû de Qanûnê de (KHK), di 28'ê îlonê de weşana 11 radyo û 12 televîzyonan kurmancî, dimilkî û muxalîf ligel Zarok TV da rawestandin û girtin. Di heman demê de di çerçoveya tayyînkirina qayûmên ser şarederaiyê gelek navendên çandê hat girtin û gelek hunermend ji kar hatin dûr xistin. Jinên hunermend li hember êrîşên hikûmetê bertekên xwe dan der.

'Êdî gotin nema bê kirin'

Hunermend Denîz Tûrkalî diyar kir ku êdî gotin nemaye bê kirin û wiha got: "Her bêhnek em rastî bûyerek nû tên. Ev rewş ji dramatîkbûnê derket êdî. Tevahî îqtîdar hunermend û hunerê li hember xwe wek tehdît dibînin. Ji erdê heya esmanan mafdarin. Ji ber em hêmanek dehdîdêne. Em li hember desthilatdariyê wek seknekin. Lê divê ne bi polîtîkayên çewsandinê dewam bike. Desthilatdarî wê têk biçe lê belê huner, çand û zanyarî wê bimîne. Ji ber vê sûdê tirsa lez tune ye.

'Ev pergal li tevahî cîhanê kêrî tu tiştî nehat'

Lîstikvan Lale Mansûr jî destnîşan kir ku, têkîliyê OHAL û îqtîdarê her dem mînaka Fransayê tîne bîra mirovan û ev tişt got: "Di mînaka Fransayê de tiştek wiha nayê dîtin. Çima navendên çandê û şanogeriyê tên girtin? Çima li ser şaredarî û cihên xebatan qayûm tên tayyînkirin. OHAL'ê bi kêfa xwe pêk tînin. Em ê êşa vê yekê bijîn. Bi salane rêbazê girtina televîzyonên muxalîfan xistin dewrê lê tiştek qezenç nekirin. Bi polîtîkayên çewsandinê tu tişt çareser nabe. Ma qay rêyek din ya çareseriyê tune ye. Em li cihek ku wateyê gotinê nemaye ne. Tiştek bê gotin nemaye."

'Êdî ev pêk anîn sînora xwe derbas kir'

Lîstikvan Nûr Sûrer jî berteka xwe bi pirsa "Ma qey em vê rewşê ji rêzê bibînin?" da der û ev tişt got: "Nivîskarek gelek jê hezdikim hat binçav kirin. Pêk anînên dervî rêzê pêk tînin. Êdî ev pêk anîn sînora xwe derbas kir. Niha alîgirên îqtîdarê ji vê rewşa OHAL'ê razîne. Ji ber bi dilê xwe her kes bê deng dikin. Li Tirkiyeyê dervî îqtîdarê tiştek li holê nemaye. Em dengê xwe û derdê xwe çewan raghînin. HDP'ê hedef tê nîşandan. Wekî ku li Meclîsê partiyek siyem tuneye tevdigerin."

(rc)