Wêne hişê civakê ava dike

09:25

JINHA

AMED –4’emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî a Amedê di navbrea 14-16’ê cotmehê de pêk tê. Endama DÎFAK’ê Zeynep Bozarslanê diyar kir ku arşîvên wêneyan ji bo hişê civakê ava bibe gelek girînge û got jin eleqeyek mezin nîşanê wêneyan didin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Komeleya Amatorên Wêneyan a Amedê (DÎFAK) îsal 4’emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî ya Amedê pêk tîne. Beriya bernameyê atolye pêk tên û di navbera 23-26’ê îlonê de Atolyeya Multîmedya pêk hat.

Di 12-13’ê cotmehê de jî wê atolyeya duyemîn pêk bê û li ser amûrê hatine komkirin wê xebat bên meşandin. Atolyeya hunerê ya têgehî jî wê di navbera 30’ê îlon-2’ê cotmehê de pêk bê.

Endama DÎFAK’ê Zeynep Bozarslanê diyar kir ku arşîvên wêneyan di avabûna hişê civakê de gelek girînge û berdewam kir: “Ji derveyê welat wê gelek hunermend tevlî bernameyê bibin.Em armanc dikin ku bajar bi hunera wêneyê re bînin cehm û hezkiriyên wêneyan bînin cem hev. Zeynebê hemû jinên bi hunera wêneyan re eleqeder dibe vexwendî kir.

(mla/hu)