Koma Awazên Çiya li Hesekê konser da

11:56

JINHA

HESEKÊ- Koma Awazên Çiya vê carê ji gelê Hesekê re stranên xwe stran. Gel elaqeyeke mezin nîşanî komê da.

Koma Awazên Çiya konserên xwe yên ji bo piştgiryia Şoreşa Rojava û silavkirina berxwedana gel û balkişandin ser tecrîda Îmraliyê didomînin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Hesekê bi dirûşmeya "Bê Rêber Apo Jiyan Nabe" konserek hate lidarxistin. Li salona Silko ya Taxa Xişman ku bi dehan şervanên YPG-YPJ‘ê, nûnerên partiyên siyasî, endamên Saziyên Civaka Sivîl û gelê bajêr amade bûn, konser hat dayîn.

Endama Koma Awazên Çiya Gulan Bihar armanca konserê wiha vegot. "Em dixwazin piştigiriya xwe ji bo şoreşa Rojava bînin ziman. Gelê me li Hesekê jî berxwedaneke mezin li dijî terorê meşandin û hemû lîstokên wan vala derxist, em jî bi stranên xwe dixwazin van serkeftinan parve bikin."

Gulan her wiha bal kişand ser berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Em silav li berxwedaniya Rêber Apo dikin û heta Serok Apo azad bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Paşê jî Koma Awazên Çiya staranên xwe yê xweş gotin û ciwan jî li ber coşiyan û govend gerandin. Konser bi diruşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyane Azadî" bidaw bû.

(ls/en/rc)