Hefteya hunerî bi çanda xwarina kurdî des pê kir

13:38

JINHA

AMÛDÊ– Di roja yekemîn ya Hefteya hunerî ya li Navenda Hûrî ya TEV-ÇAND'ê de xwarinên kurdî hate pêşkêşkirin.

Li Navenda Hûrî ya TEV-ÇAND'a bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê, di çarçoveya hefteya hunerî ya bi dirûşmeya "Azadiya Serok Apo, Azadiya Mirovahiyê ye" daye destpêkirin, di roja yekemîn de ji hêla endamên Kongreya Star û Navenda Hûrî xwarinên kurdî hate pêşkêşkirin.

Hefteya Hunerî dê heya 5'ê mehê berdewam bike, dê her roj aliyeke çanda kurdî ya xwarin, folklor, stran û hwd. were nîşandayîn. Herwiha hewşa Navenda Hûrî bi tiştên ku jiyana gund û çanda civakê nîşan dide, hatiye xemilandin. Hefteya hunerî rastî eleqeyek mezin hat.

Di roja yekemîn de xwarinên kurdî yên wek kutilk, şamborek, iroq, heb nîsk û meyîr ku ji hêla dayikên û endamên Kongreya Star û navenda Hûrî hatibû amedekirin, hate nîşandayîn.

Piştî ku xwarin hate nîşandayîn û ji hêla gel ve hate tamkirin, jî ji hêla koma Amûdê stran hate gotin û koma Tolhiladan ya ji bajarê Hesekê jî govend gerandin û roja yekemîn bi kêfxweşî dawî pê hat.

(rh/en/rc)