Belgefîlma Waşokanî rastî eleqeyek mezin hat

11:14

JINHA

QAMIŞLO- Li Navanda TEV-ÇAND'ê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, ji hêla Desteya Turîzm û Parastina Kevneşopiyan ve, belgefîlma li ser Girê Moza ku cihê rêveberiya Waşokanî ye hate pêşkêşkirin.

Desteya Turîzm û Parastina Kevneşopiyan di çarçoveya danasîna cihûwarên dîrokî, yekemîn belgefîlma ku dabû amadekirin, duh êvarê pêşkêş kir. Yekemîn belgefîlm li ser Girê Moza ku cihê rêveberiya kraliyeta Waşokanî bûye û li nêz bajarê Amûdê ye, hate amadekirin û li Navenda TEV-ÇAND'ê ya Mihemed Şêxo bi elaqeyeke berfireh a gel hate temaşekirin.

Hevseroka Desteya Turîzm û Parastina Kevneşopiyan Bêrîvan Yûnis diyar kir ku, ew bi armanca naskirina dîroka Girê Mozan hatine gel hev û wiha got: "Girê Mozan wek paytexta Walokanî tê nasîn. Bi hêviya parastina dîrokê me xebatek bi vî aweyî ya belgefilimê da pêşiya xwe."
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed jî destnîşan kir ku desthilatdaran her dem dîrok bi gelan şaş dane nasîn û got ku bi şoreşa Rojava re ew ê dîrok veguhere rastiyê.

Cîgirê Desteya Turîzm û Parastina Kenveşopiyan Rustem Ebdê jî wiha axivî: "Girê Moza cihê Orkêşiyan e. Cihê şaristaniyeke dewlemende û dîroka bi hezaran salan tîne ziman. Em divê xwedî li vê dîrokê derkevin, wê biparêzin."

Pişti axaftinan belgefîlma Girê Moza bi eleqeyek mezin û baldarî hat temaşe kirin. Di dawiyê de jî ji 19 şagirtên ji perwerdeya Desta Turîzm û Parastina Kevneşopiyê derbas bibûn, bawername hate dayîn.

(cg/bc/rc)