Pêşangeha ji bo arşîvkirina komkujiyê: Êzidiyên Şengalê

09:10

Oyku Dîla Keskîn /JINHA

STENBOL- Fatma Çelîkê bi navê ‘Li ser xaka xwe biyanî: Êzidiyên Şengalê’ pêşangeha wêneyan amade kir û got: “Arşîvên têkildarî paşeroja komkujiya li ser gelekî tinebû. Min jî xwest arşîvek bê amadekirin.”

Di çarçoveya projeya ‘Fermana 73’an a Êzidiyan: Qirkirina Şengalê’ ya ji aliyê Weqfa Lêkolînên Îktîsadî Siyasî Civakî ve tê meşandin de pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Li ser xaka xwe biyanî: Êzidiyên Şengalê’ hat vekirin.Proje bi armanca qirkirina Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an bê belgekirin hat plankirin. Weqf bi vê projeyê armanc dike ku hestiyariya cemawerî ya neteweyî navneteweyî zêde bike. pêşangeha wêneyan jî wê di 30’ê îlonê de li Salona Civînê ya Cezayîrê bidome.

‘Min xwest arşîvek bê avakirin’

Fatma Çelîkê di çarçoveya porojeyê de wêne kişand û diyar kir ku ev du mehan li kampên Êzidiyan dixebite û got: “Min dixwest wê derê bikim belge. Ez jî tevlî projeya weqfê bûm. Arşîvên têkildarî paşeroja komkujiya li ser gelekî tinebû. Min jî xwest arşîvek bê amadekirin.”

Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku du mehan li kampan wêne kişandiye û got rewşa penaberan nayê dîtin. Fatmayê got axaftinên li kampan jî wê bikin pirtûk.

(dyc/hu)