Dê hemleya çand û hunerê li Amûdê destpê bike

15:56

JINHA

AMÛDÊ- Navenda Çand û Huner ya Hûrî ya bajarê Amûdê dê ji sibe êvarê heya 5'ê meha cotmehê hemleya belavkirin û parastina kevnşopî û folklora kurdî bide destpêkirin.

Komîteya Amadekar a TEV-ÇAND'ê ya navenda Hûrî ya bajarê Amûdê diyar kir, hefteyekê xebatên çand û hunerê ya bi armanca belavkirin û parastina kevneşopî û govenda kurdî bimeşînin.

Hemle dê ji 28'ê mehê heya 5'ê meha cotmehê dirêj bike. Komîteya Amadekar da zanîn ku, dê şahiyên şev ên folklorî çêbibin û herwiha semîner li gundan were dayîn. Herwiha dê ji bo çanda xwarinên kevn zindî bikin jî li wir xwarin werin dayîn.

Komîteyê herwiha anî ziman ku, hedef ji vê hemleyê pêşxistina civakê bi taybet jî nifşên nû ku çand û hunera xwe binase. Di xebatên hamleyê de dê komên Şehîd Delîla, Şehîd Botan, Şehîd Zîlan, Şehîd Tolhildan, Şehîd Agirî berhemên xwe yên stran, folklor û şano pêşkêş bikin.

Yekemîn roj jî sibe li gundê Sincaq Sedûn, Peymangeha Zimanê Kurdî û Navenda Hunerê û Daristana şehîdan xebatên çandî were kirin.

(rh/jx/rc)