Koma muzîkê ya dest dide jiyana jinê ‘AlaMor’

09:09

Oyku Dîlara Keskîn /JINHA

STENBOL-AlaMor ya berxwedana jinê û têkoşîna jinê bi hev re dihune dest dide jiyana jinan û muzîkê dike.

AlaMor ku têkoşîna jinê bi muzîkê re aniye cem hev di 2013’an de li Navenda Çanda Bila Sed Kulîlk Vebikin ji aliyê Jinên Dêrsîmê ve hat avakirin. AlaMor têkoşîna jinê bi berxwedana jinê dihune. Ji AlaMor Nilufer Akta diyar kir ku navê xwe ji rengên têkoşîna civak û ya azadiya jinê girtine.

Nîluferê got armanca avakirina AlaMor eve k udi hunerê de hestiyariya jinê pêş bixînin û got: “Jin li her qadê li dijî serdestiya mêr têkoşînê didin. Jinek dikare di jiyanê de zehmetiyan bikişîne ku muzîkê bike armanc. Jinek dema dizewice dikare dest ji muzîkê berde. Ji ber xebatên din nekarin muzîkê bikin. em wek AlaMor li dijî vê zextên li ser pêkanîna muzîkê têdikoşin. Armanca me eve ku em jinan bînin cem hev.”

‘Armanc bihistina dengê jinê ye’

Nîluferê bi lêv kir ku AlaMor parçeyê hemû pêvajoyane û got armanca wan ya yekemîn eve ku dengê jinan bidin histin. Nîluferê wiha got: “Di hinek sirûdan de zayenperestî heye. Di sirûda bûkaniya sipî de zayendperestî heye. Welat wek jinekê tê dîtin. Di şert û mercên şer de jî ev wisa ye.Em jî vê fêm dikin. hemû şoreşgerî mêre. Em jî nîqaş dikin ku mêr çawa di stranan de tê jiyîn.”

Endama komê Gulçîn Ozerê jî destnîşan kir ku repertuara xwe bi biryarek kolektîf digirin û got ew destpê li dijî hînbûnên xwe têdikoşin û nirxa hilberînê nirxa têkoşîna hebûnê ye. Gulçînê di dawiya axaftina xwe de got ew dixwazin hestên jinan bi muzîkê derxin holê.

Wêne: Duygu Cînîvîz

(hu)