Di hejmara sêyemîn a Jîneolojiyê de ‘Şoraş jinê û jîneolojî’

09:15

JINHA

STENBOL- Kovara Jîneolojiyê ku bi dirûşemeya ‘Zanista li dora jinê hatiye pêşxistin yekem pêngav avêtina civaknasiya raste’ derket û bi nîqaşên ‘Şoreşa jinê û Jîneolojiyê’ hejmara xwe ya 3’emîn derxist. Wêneyê kapaxa kovarê ji aktîvîst Meral Geylaniye.

Yekem hejmara Jîneolojiyê di 8’ê adarê de derket û hejmara wê ya sêyem jî derket. Hejmara Îlon, Cotmeh û Mijdarê jî bi nîqaşên ‘Şoreşa jinê û Jîneolojî’ derket. Wêneyên kapaxê jî ji aliyê aktîvîst Meral Geylanî ve hat amadekirin û di wêneyan de jinên Êzidî yên ji esareta DAIŞ’ê rizgar bûne û wê jinên di tevgerên jinan yên cîhanê de cih digirin, jinên ji aliyê hêzê dewletê ve hatine qetilkirin cih digirin.

Di nivîsa edîtor de ev tişt ji cih digirin:

“Em di vê hejmara xwe de bi nivîsin Husna Heîde û Arînê wê li ser esasên dîrokê yên şoreşa jinê bisekinin. Li ser esasa civakî ya şoreşa neolîtîkê, emê bibin şahidê esasa nirxên kur ê didin aborî, civakî, manewiyat û polîtîkayê. Emê bi rastiya têgeha civakî ya sereke a têgeha Matrîarkal bigirin dest. Emê nirxên esas di çemê demokratîk de çawa diherike bi mînakan pêşkeş bikin. Di nivîsa Hulya û Rûkenê de emê femînîzm û şoreşa jinê vebêjin. Emê bi nivîsa Nesrîn û Gulsenê derfetên şoreşa jinê û dînamîkên wê yên li Tirkiyeyê binêrin. Emê bi nivîsa Valetîne nîqaş bikin ku pêşroja şoreşê femînîste an na.”

Theresa têkoşîna jinê ya cîhanê vedibêje

Emê bi nivîsa Theresa li ser derfertên şoreşa Îrlandayê, bi nivîsa Zawra re ya li Katolonyayê, bi nivîsên jinên Latîn Amerîkayê ya li Guatemalayê, Arjantîn û Kolombiyayê bisekini. Emê bi nivîsa Seyhanê re ji kilavuzên çalakiya jîneolojiyê ya çalakî û rêbazê mînkan bidin. Emê bi nivîsên Aysun, Mizgîn, Ayşe û Zeynebê berê xwe bidin azadiya nasnameya jinê.

Zehra Dogan nehat jibîrkirin

Her wiha em spasiyên xwe ji bo Meral Geylanî dikin. Zehra Dogan ya bi xêzên xwe hêz da da me jî silav dikin.”

(bk/hu)