Mîhrîcana Şehîd Hogir bi stranên Koma Awazê Çiya bi dawî bû

12:06

JINHA

QAMIŞLO- Yekîtiya Ciwanên Rojava bi stranên Koma Awazên Çiya û berhemên curbecur yên hunerî 2.yemin Mîhrîcana Şehîd Hogir bi dawî kir.

2.yemîn Mîhrîcana Şehîd Hogir ya ku bi pêşengiya Yektiya Ciwanên Rojava (YCR) hatibû li dar xistin di roja siyemîn de bi pêşkêşkirina berhemên ji hev xweştir bi dawî bû. Ciwanan di serî de ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo heya Stada 12'ê Adarê bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan nabe" meşek girseyî pêk anîn. Di meşê de alên YPG-YPJ'ê û YCR'ê û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Li stadê jî bernameya Mîhrîcanê destpêkir. Di serî de ji bo têkoşeran deqîqeyek rêz hate girtin, paşê Hêzên Cewherî bi refgirtina xwe navê Rêberê PKK'ê 'Apo' nivîsîn. Di berdewamiya mîhrîcanê de koma Awazên Çiya derkete ser dîkê û stranên xwe pêşkêşkirin. Awazê Çiya bi çepikên gerim hatin pêşwazî kirin.

Paşê Koma basketbolê ya jinan lîstoka xwe pêşkêş kirin. Piştî wê jî ji hêla komên girêdayî TEV-ÇAND'ê ve şanoya bi navê 'Xerîbiyê' hate pêşkêşkirin. Koma Şehîd Hogir ya ku jinên ciwan ên kurd û xortên Sûryan pêk dihat, bi cilên gelêrî govend gerandin. Festîval bi govendeke mezin heya derengê şevê berdewam kir.

Mîhrîcana ciwanan piştî gerandina govendê bi dawî bû.

(şz-ah/en/rc)