2.yemîn Mîhrîcana Şehîd Hogir bi coş berdewam dike

11:23

JINHA

RIMÊLAN– 2.yemîn Mîhrîcana Şehîd Hogir a çand û hunerê li bajarê Rimêlanê bi dirûşmeya "Bi ruhê ciwantiyê, Rêberê xwe azad bikin, welatê xwe avabikin û netewa demokratîk misogr bikin" hat lidar xist.

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bi dirûşmeya "Bi ruhê ciwantiyê, Rêberê xwe azad bikin, welatê xwe avabikin û netewa demokratîk misogr bikin" 2.yemîn Mîhrîcana Şehîd Hogir a çand û hunerê organîze kir. 2. Mîhrîcana Şehîd Hogir roja şemiyê li bajarê Dirbêsiyê destpêkir û duh êvarê jî li bajarê Rimêlan Stada Sprorê pêk hat. Bi sedan ciwanên kurd, ereb, sûriyan û nûnerên rêixistina civakî û siyasî di mehrîcanê de amede bûn.

Stada mîhrîcan lê pêk hat bi alên YCR'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşerên şoreşê hat xemilandin. Herwiha pankartên "Pêşketina ciwanan, avakirina netewa demokratîk û biratiya gelan e" hat daliqandin.

Di mihrîcanê de Endamê Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava- Bakûrê Sûriyê Akif Mistefa axaftinek kir û wiha got: "Di vê qonaxa dîrokî de ya ji her kes tê xwestin, israr di azadiya Rêber Apo de ye. Ji ber ev, xwedîderketin li gelê kurd, xwedî derketin li netewa demokratîk û xwedî derketin li rûhê ciwantiyê ye. Lewma dema em dibêjin 'Bijî Serok Apo' ev tê wateya xwestina azadiyê û dawîkirina koletiyê li Rojhilata Navîna û biratiya gelane.

Desteya Karê Hundir ya Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî got: "Şoreşa Rojava bi ciwanan despêkiriye û bûye kaniya rêveberiya xweser."

Piştî axaftinê koma Şehîd Serhed a ji TEV-ÇAND a qamişlo beşdarî mîhrîcanê bibû, stranên xwe pêşkêşkirin. Herwiha koma Yertosa ya Sûryanî jî bi reng û çanda xwe derketin ser dikê û dîlana xwe ya folklorîk leyîstin.

Dûvre koma Tekvando ya warzîşê hunerên xwe pêşkêş kirin. koma Diljîn Nergis a zarokên keç û Koma Şehîd Hogir ya ciwanan jî dîlan gerandin. Koma Şehîd Ararat ya ji Hesekê jî şanoyek bi navê koçberî pêşkêşkirin.

Mihrîcan bi deng û stranên xweş ên Koma Alanya ya ji Rimêlanê bi govenda hemû beşdarên mîhrîcanê bi dawî bû.

Mîhrîcan dê îro li bajarê Qamişlo bi dawî bibe.

(rd/en/rc)