Li atmosfera şer navberek

09:32

JINHA

MÊRDÎN - Şanoya Derme ya Stenbolê hat Nisêbîna di bin dorpêçêde ye û ji bo zarokan lîstikên şano û pandomîn lîstin. Ji Şanoya Derme ya Stenbolê Derya Saglam got: "Kolan ne tenê cihên ku polîs lê bigerene. An jî zarok lê bi tirs bigerene. Dikare li vir tiştên xweşik pêk bên. Em tenê dixwazin di dem ali virin de hinek navberê bidin atmosfera şer."

Şanoya Derme ya Stenbolê ji bo piştevaniya gelê Nisêbînê çû Nisêbînê û ji bo zarokan şano û pandomîn lîstin. Ji Şanoya Derme ya Stenbolê Derya Saglamê têkildarî hatina xwe de axivî û got kolan ne tenê cihên ku polîs lê bigerene û got qadên jiyanê yên zarokane. Deryayê wiha got: "Dema em li Nisêbînê bi zarokan re lîstika balonê dilîstin, zarokek hat cem min û got ti dikarî ji min re xanî çêbikî. Vê bandorek mezin li ser min kir. Ev jî nîşan bandora travmaya hatiye jiyîn nîşan dide. me jî hewl da ji bo demek kurt be jî em travmayan hinek kêm bikin."

'Dorpêç didome'

Deryayê da zanîn ku ji bo zarokan hatine Nisêbînê û got: "Em ji bo zarokan lîstikan dilîzin. Em bi zarokên mexdur re şahiyan çêdikin. Me ji bo zarokên Kobanê û Êzidî jî xebat meşandibû. Me li Stenbolê jî bi STK'yan re ji bo zarokên mexdurên şer xebat meşand. Li Îzmîrê Taxa Bas jî ji bo zarokên penaber xebat meşand. Niha em hatin Nisêbînê û ev der j ime gelek girînge. Ji ber hîna li Nisêbînê dorpêç didome. Ji ber vê min pêwîstî pê dît ku em bên."

Li atmosfera şer hinek navber

Deryayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Di dema bernameyan de wesayîtên zirxî ligel me derbas dibin. Şopên şer û her tiştê li Nisêbînê hema wisa di carekê de sererast nabe. Em hema dixwazin di vê dema ku li virin de hinek navberê bidin atmosfera şer. Dema em derdikevin kolanê bêyî agahiya kesan derdikevin. Destpêkê bi çend zarokan destpê dike û piştre hev û din koordîne dikin û tên. bi vî awayî em dibin qelebalixeke mezin. Hemû zarok rastî hawira şîdetê hatine. Ji ber vê pêlîstokên di destê wan de ne tesadufeke ku çek e."

(kom/hu)