Hemû rengên jiyanê di pênûsa Bêrîtanê de zindî dibe

09:12

Şengar Bradost/JINHA

KERKUK – fermandara YJA STAR’ê Bêrîtan Rûken bi pênûsa girt destê xwe hemû renginiya jiyanê derbasî wêneyan kir û got: “Hunera herî mezin şer e.” Bêrîtanê da zanîn ku kirina pêşengtiya jiyana azad ya herî mezin hunere û got gerîlatî jî bixwe hunere.

Fermandara YJA STAR’ê Bêrîtan Rûken şervaneke ku di heman demê de bi hunerê re mijul dibe ye. Bêrîtanê got ku hunera herî mezin şer e û wiha got: “Şer bixwe hunere û pêkanîna wê ya rast û bi wê zanîn jî hunerê dixwaze. Huner wekê ku hinek dibêjin ne gotina stranane û sahneye. Ji bo vê ne huner, stranbêj tê gotin. huner înşakirina jiyanê bixwe ye. Ji bo vê jî ji bo jiyaneke azad huner pêwiste. Huner, dîrok, çand, êş û şadiya civakê parvekirine. Li dijî kesên dîrokê tine dike şerkirine.”

‘Em şer jî wek hunerê digirin dest’

Bêrîtanê destnîşan kir ku ew wek gerîla û şervaneke gel ji bo wan her tişt di alî leşkerî de tê dest girtinê ye û wiha pê de çû: “Em şer jî wek hunerê digirin dest û di her qada jiyanê û di her rengê wê de bi nêrîna hunermend digirin dest. Jixwe jiyana gerîla hemû rengan din ava xwe de dihundirîne. Ji bo şoreşgerekî taybetiya herî mezin eve ku hemû rengan din ava xwe de bihundirîne. Ji bo vê jî dema ez demê bibînim ez wêneyan xêz dikim. Ez hem wêneyên gerîlayan, hem portreyan û hem jî ji jiyanê çêdikim. Hevalên min jî pir aliyên hunerî re mijul dibin. Ji ber din ava gerîlayan de gelek heval bi hunerê re mijul dibin em hez dikin jiyana xwe bidin nîşan dan. Jiyan bi her alî tije derbas dibe. “

Bêrîtanê di berdewamiyê de da zanîn ku di jiyana gerîlayan de şer û huner bi hev re tê meşandin û got hêza vê ya herî sereke eve ku ne wek artêşê din tenê bi şer e mijul dine û rengekî jiyana wan heye.

(hu)