Zarokên bûne maxdûrê şer bi Uçan Kutuphanê re tên gel hev

10:02

JINHA

MÊRDÎN - Bi hevkariya Enstîtuya Goethe û komeleya Her Yerde Sanat bi projeyê "Uçan Kutuphane" re perwerdehiya çand û huner, her wiha ji bo zarokên ji ber şer maxdûrê koçberiyê bûne jî dê xebat bê meşandin.

Komeleya Her Yerde Sanat bi hevkariya Enstîtuya Goethe bi projeya "Uçan Kutuphane" (Pirtûkxaneya ku difre) ji bo zarokên bûne maxdûrê şer rehabîlîteyê dike. Xebata ku li Taxa Îstesyonê ya Mêrdînê destpêkirî, di serî de zarokên Nisêbîn, Kobanê û Sûriyeyê di navde tevahî zarokên ji ber şer maxdûr bûne cih digrin. Ji bo morelê zarokan bê bilind kirin, bi perwerdehiyê çand û hunerê û pêşandanên sîrkê travmayên ku zarok dijîn hewl tê dayîn ji holê bê rakirin.

Xebatkara Komeleya Her Yerde Sanat ya dildar Pinar Demiral diyar kir ku, li Mêrdînê ji bo zarokan çalakiyên cur be cur pêk anîne û wiha got: "4 salin ligel zarok û ciwanên Mêrdînê em vê xebatê pêk tînin. Armanca me bi riyê çadanê û hunerê xwe gihandina tevahî zarokan û derûniyê wan başkirine. Herî zêde jî ji bo zarokan em sîrkê civakî didin pêşandan."

'Armanca me zarokên maxdûrê şer û yên xizan anîna gel heve'

Pinarê her wiha di derbarê projeya Uçan Supurge ya ku li Mêrdînê hatî avakirin de agahî da û wiha domand: "Armanca me zarokên Sûriye, Nisêbînê yên bûne maxdûrê şer û zarokên navçeyên din ên xizan anîna gel heve. Em dixwazin navbera wan de hevaltiyek çêbikin. Her wiha zarokên ku ji ber aboriya wan dest nade biçin dibistanê, em dixwazin zekayê wan pêşbixin ku her karî bikaribin bikin. Di çerçoveyê projeyê pirtûkxanê de, xwendina pirtûkan, şano, pêşandanên sîrkê, berhem û hunerên destan. Heya dawiya heyva kanûnê em ê li Taxa Îstasyonê bin. Dûvre em difikirin li kampa koçberên êzidî yên Midyatê xebatek bi vî aweyî pêk bînin."

(kom/rc)