Perwaneyên firiyan agir: Jinên li dijî 12'ê Îlonê berxwe didin vedibêjin

09:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Çîrokên Jinên li dijî darbeya 12'ê îlonê berxwe dan, di pirtûka bi navê 'perwaneyên firiyan agir' ya nivîskar Kader Çeşmîcîoglu de hatin berhevkirin. Di pirtûkê de têkoşîna jinên şoreşger yên beriya 1980'ê û piştî wê tê vegotin.

Çîroka 27 jinên li dijî darbeya 12'ê îlonê 1980'ê berxwe dane ji aliyê nivîskar Kader Çeşmecîoglu ve di pirtûka bi navê 'perwaneyên firiyan agir-Jinên şoreşger vedibêjin' de tê vegotin. Darbeya 12'ê îlonê her tim ji çavê mêran hat vegotin û niha ev pirtûk ji ber vê taybetiya xwe cihekî girîng teşkîl dike.

'Beyî jinê şoreş ti car'

Pirtûk ji weşanxaneya Kalkedon ve derket û di nav de Alîme Mîtap, Nurdan Delîorman, Sevînç Eratalay, Şafak Aydin, Asu Demîr, Fîlîz Akyazi, Nîhal Uygur jî heye çîroka 27 jinên şoreşger heye tê vegotin.

Di pirtûkê de çîroka jinên şoreşger yên bedel dane, li girtîgehan mane, yên kaçax jiyane, yên rastî îşkenceyan hatine vedibêje. Di pirtûkê de jinên di Tevgera Rêya Şoreşger de cih girtine diaxivin. Vegotinên bi taybet li ser salên navbera 1975-1985'ê tên sekinandin ji di demekê re jî dibe ronahî.

(fk\hu)