3'yemîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamara ya Wanê di meha cotmehê de ye

09:04

JINHA

WAN - 3'yemîn mîhrîcana Fîlman a Axtamara ya Wanê bi dirûşmeya 'Ji xwezayê deng, ji dîrokê ronahî, ji jiyanê heqîqet' di cotmehê de dest pê dike.

Di mîhrîcanê de fîlmên li Tirkiyeyê tên sansurkirin wê bên nîşandan. Ligel fîlmên nû, fîlmên hatine sansurkirin jî wê bên nîşandan. Her wiha wê sînemavan bi atolye, panel û gotaran derkeve pêşberî gel.

Berpirsê Koordînasyona Mîhrîcanê Rojhilat Aksu balkişand ser pirsgirêkên gel û got ji bo fîlmên rastîn derxînin pêşberî gel di alî desturgirtinê de zehmetî kişandin eû got di mîhrîcanê de li gund, tax û konan fîlm bên nîşandan.

Di mîhrîcanê de bi Forna Piştgiriya Projeya Yaşar Kemal wê piştgiriyê bidin 3 belgefîlmên kurt û porojeya xwendekaran a du belgefîlman.

(ma/hu)