Yekemîn mîhrîcana kurtefîlman îro li Efrînê destpê dike

12:05

JINHA

EFRÎN - Li Kantona Efrînê, wê îro yekemîn mîhrîcana kurtefîlman destpê bike.

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) di çarçoveya xebatên pêşvebirina sînemayê de, wê îro mîhrîcana kurtefîlman bê li dar xistin. Amadekariyên mîhrîcanê 6 heyv beriya niha hatin destpêkirin û komîteyên pêwîst hatin avakirin. Komîteyan jî bi derhêner, lîstikvan û rexnegirên sînemayê yên derveyî welat re têkilî danîn. Di encama van xebatan de bi zêdetirî 20 derhêneran re danustendin hatin çêkirin û rexnegir hatin vexwendin.

24 kurtefîlm tevlî dibin

Di encama xebatan de ji Misir, Rusya, Ermenîstan, Îtalya, Îran, Bakûrê Kurdistanê, Azerbaycan, Bulgarya, Filipîn, Îspanya, Lubnan û Suriyeyê 24 kurtefilmên ku dê di mîhrîcanê de bêne pêşandan û di nava wan de yek bi kurdî ye, hatin diyarkirin. Filmên hatine diyarkirin jî, di navbera 15 û 25 deqeyan de ne û rewşên civakî vedibêjin. Her fîlmeke kurt ku di mîhrecanê de were pêşkêşkirin dê mîna tabloyekî sînemayî rewşa jiyana rojane ku civaka kurd li Rojava tê re derbas dibe di 15 heya 25 deqeyan dewam bike, ew bi rêya jiyana hemwelatiyekî yan jî malbatekê. Ev hemû jî bi mebesta çareserkirina şert û mercên heyî wê were çêkirin.

Seroka Desteya Çand û Hunerê û endama kordînatoriya giştî ya Mîhrîcanê Şîraz Hemo derbarê Mîhrecanê de wiha got: "Li kêleka hemû zehmetiyên ku Kantona Efrînê tê de derbas dibe û berxwedaniya ku li wir tê meşandin me dest bi kar û xebatên vê mîhrecanê kiriye. Me têkilî bi hin hunermend, derhêner û sînemayên cîhanî û erebî re da çêkirin. Tevlîbûna wan jî dide diyarkirin çiqas berxwedan û şoreşa Rojava di tevahî cîhanê de xwedî cihekî giring e. Lê mixabin ji ber dorpêça li ser Kantonê heyî lijneya kontrolê ya mîhrecanê nikare beşdar bibe, tenê wê bi rêya internêrê re zindî mîhrecanê bişopîne.

Derbarê çêkirina mîhrecanê de Şîraz Hemo wiha got: "Mîhrecan dê îro were li darxistin. 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Rêber Apo xwedî roleke giring e di pêşxistina çand û hunerê de û her dem piştgirî daye vê yekê. Me ji bo vê roja despêkê ya Mîhrecanê xiste 4'ê Nîsanê. Rêber Apo ji bo rûmetdayîna têkoşîn û berxwedana bidestxistina jiyaneke azad û vegera çanda dayîkê felsefeyeke azad afirandiye, me jî roja Mîhrecanê xiste çarê Nîsanê."

Şîraz di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Avahiya rêxistinî ya mîhrecana Efrînê sê beşan dihewîne, beşê rêveberiyan, lîjneyan û beşê kordînatoriyê. Lijneya nirxadina karê mîhrecanê ji 6 hunermend û rewşenbîrên kantonê pêk tê. Ez hêvî dikim ku ev mîhrecan bi serkeftî derbas bibe û rê li ber gelek hunermed û derhênerên sînemayê li Rojava ji bo kar û diyarkirina çanda Rojava ji hemû cîhanê re veke."

(fr/hs/rc)