'Mêr ji pênûsa jinan ditirse'
11:01
JINHA
AMED - Ji Komeleya Nivîskarên Kurd û Komîsyona Jinan Yildiz Çakir diyar kir ku jin di nava wêje de tune tê hesibandin û da zanîn ku mêr ji hêza jinan a nivîsê ditirsin û wiha got, "Eger jin afrîneriya xwe bi pênûsê derîne holê, ew ê rastiyê pergalê tev derê holê û vala derkeve. Ji ber roja îro de mêr jin dinvîsinin."
Wekî her qadê jiyanê bi hezaran sal jin pêşengiya qadê wêjeyê jî kiriye. Lê ji ber polîtîkayên desthilatdariya mêr jin di qadê wêjeyê de bê par tê hêştin û hebûna wê tê tine kirin. Gelek car qedexe ji bo wêjevaniya jinan hat dayîn û gelek car jî berhemên jinan bi navê mêr hatine weşandin. Serpêhatiya jinên Kurd ên ku zimanê wan hatî qedexekirin di nava wêjeyê de jî xwedî cihek cuda ye. Lorîna jinan bi sedan sal ji aliyê mêran ve hat nivîsandin. Li hember vê ji Komeleya Nivîskarên Kurd û Komîsyona Jinan Yildiz Çakir bi salane berhemên jinan bi zimanê wêjeyî dinvîse. Yildiz wiha dibêje, "Eger jin afrîneriya xwe bi pênûsê derîne holê, ew ê rastiyê pergalê tev derê holê û vala derkeve."
'Ayşe Şan û Meryemxan du hunermendên mezin in'
Yildiz Çakir diyar kir ku di roja me yê îro de nêrînê mêr ya li hember jinan feodale û wiha domkir, "Divê hişmendiyê ku dibêje 'hêza min têra her tiştî dike' ji holê rabe. Divê jin li hember vê hişmendiyê rûhê pênûsa xwe derxe pêş. Di nava wêjeyê Kurd de bûyîna helbestvanek jin gelek zehmete. Salên dirêj di nava xebatê wêjevaniyê de dimînim. Ez her dem qala Ayşe Şan û Meryamxan dikim. Her çiqas jinên denbêj û stranbêj bin jî dema ku em ruhê wan dinêrin, em dibînin ew helbestvanên gelek bihêzin. Wek jinên helbesvanên Kurd em rastî gelek zehmetî tên. Berhemên ku em bi kedên mezin dinvîsin, qadê ku em di nav de weşanê berhemên xwe bikin nîne."
'Klam ji aliyê mêran ve hat gotin'
Yildiz bilêvkir ku motîfên jin ên di wêjeyê Kurdî de ji aliyê mêran ve hatî nivîsîn û wiha got, "Di çanda hunera Kurdan de çanda dengbêjî heye. Ev bingehek bi afrîneriya jin hatî avakirin. Tevahî dengbêj bi rûhê jinan hatî gotin. Klamên ku di navde bi motîfên jin hatî avakirin ji aliyê mêran ve tê gotin. Ên ku vê afrîneriyê kirine jinin lê jin tunene. Serpêhatiyên ku jin vedibêjin ji aliyê mêr ve tên vegotin."
'Ditirsin jin di qada wêjeyî de derkeve pêş'
Yildiz wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji ber pergala desthilatdariyê jin jî di qada wêjeyî de bi ziman û hişmeniyê mêr dinvîse. Ji ber dema ku bi ziman û hestên xwe dinvîsinin rastî êrîşan tên. Di bin navê xwe parastinê wiha dikin. Hewldanê gelek nivîskarên jin hene. Eger jin afrîneriya xwe bi pênûsê derîne holê, ew ê rastiyê pergalê tev derê holê û vala derkeve. Ji ber roja îro de mêr jin dinvîsinin."
(rc)