Ji bo nivîsandina serketin, pêşengî û êşên jinên kurd dest daye pênûsê

13:06

Şehriban Aslan/JINHA

AMED - Wêjevan Yildiz Çakar diyar kir ku ew serketin, pêşengî û êşên jinên kurd bi zimanê qedexe dinivîse û got; “Em dinivîsin, mêrî çî dibêje bê fikirîn em dinivîsin."

Hişmendiya mêrê desthilat jinê ji Siyaset, werjîş, huner, û ji hemû qadên jiyanê durxistin. Heman hişmendiyê destura jin di wêjeyê de pêşde biçe nedaye. Di tevgera azadiya gelê kurd de jinan di pêş de cihê xwe girtiye. Bi vî a wayî jin ji malê derketin û bi habûna xwe bawer bûn. Wek nivîskar Virgîna Woolf gotî: "Ji bo xwe odeyekê bigirin û dem veqetînin. Binivîsin, mêr çî dibêje bêyî bifikirin binivîsin." Wêjevan Yildiz Çakir jî wiha got: "Çiqa diçe jinên Kurd di wêjeyê de pêş dikevin û got: "Bi van bûyerên dawî li Kurdistanê tê ne jiyîn re jinên Kurd dibin pêşêngiya helbestan û bêhnêk dirêj didin wêjeyê. Di heman demê de bi meş û helwesta xwe dibim mijara romanan."

'Di salên 1990'an de ne gengazbû ku di wêjeyê de bahsa jinê were kirin'

Yildiz axaftina xwe wiha domand: "Ne gengaz bû di salên 1990'an de di wêjeyê de kes bikare bahsa jinê bike. Di jiyanê de jin li hemî qadanin ji bo wê jî bê jin wêje ne gengaze. Jin bi salane di navbera çar dîwaran de deng dernexistine. Le belê Tevgera Azadiyê ji bo jinan şansek mezin daye avakirin. Jin her roj bi tevgerê serkeftî dibin. Jinan astengiyên li pêşiya xwe rakirin. Jinan berê xwe dan siyaset, weje, çand û hunerê. Di salên 90'an de kurdî qedexe bû pirtûk, rojname bi zehmetiyek mezin di hat belav kirin. Ji ber wan şertên zor ên qedexe yê gelek rojnameger hatin qatil kirin, gelek jî hatin girtin û ji aliyê kesên nediyar ve hatin winda kirin."

Goristana Stêrkan

Yildiz destnîşan kir ku wê di pirtûka xwe ya Goristana Stêrkan de bûyerên ser vê erdnîgariyê hatîn jiyîn hewildaye vebêje û wiha berdewam kir: "Gava mirov li Amedê li kî guhdar bike çîrokêk wan a biêş heye. Destpê kirina min a wêjeyê jî wiha bû. Di sala 1995'an de ji aliyê dewletlê ve malbata min bi zorê hat goçber kirin. Min di temenek piçuk de dest bi nivîsa helbestan kir. Lê mixabin min bi tirkî di nivîsî. Rojek hevalek min ji min pirsa xewnên te bi kîjan zimanîn pirsî? Ev pirs bandorek li ser min kir. Min êdî nema bi tirkî nivîsî û min êdî bi kurdî dest binivîsîn helbest û roman kir. Ew pirsa ti çima bi zimanê xwe na nivîsê gelek bandor li min kiribû. Pirtûka min a pêşî Goristana Stêrkan bû. Di nava pirtuka min de hêrs û serhildan hebû."

'Çima mêr tê binvîsin?'

Yildiz bilêv kir ku wê navê pirtûka wê ya dawiyê "Gerênek" e û wiha dom kir: "Min di nava pirtûka xwe de bûyerên faîlên kiriyar nediyar û bahsa torosê sipî kiriye. Bûyerê giran li Kurdistane tên jiyandin, tenê em temaşe dikin wek tiştêk çêne bûbe. Ez ê vê êşa Kurdistanê di romana xwe de binivîsim. Bila mêr serkeftina jinan ne nivîsin. Serkeftina jinan bila jin binivîsin."

(dt/zt)