Rêwîtiya Zabel Yesayan ya ser sitiriyan
10:30
Ceren Karlıdag/JINHA
STENBOL - Kuluba Lêkolînê ya Jinên Zanîngeha Bogaziçi yê bi navê 'Zabel' lîstokek a rêwîtiya jiyanan hunerê ya Nivîskara Ferminista Ermenî Zabel Yesayan nîşan dide amadekirine.
Kuluba Lêkolînê ya Jinên Zanîngeha Bogaziçiyê (BUKAK) ji berhemên Nivîskara Feminista Ermenî Zabel Yesayan lîstokek amadekirine. Jin ji pirtûkên Zabel ên 'Silahtar'ın Bahçeleri', 'Yıkıntılar Arasında', 'Sürgün Ruhum', 'Bir Adalet Feryadı' û hinek kurte çîrokên wê ketine rê û girêdana wê ya bi hunerê ve derxistine dikê.
Çîroka bajarên digirîn…
Lîstok bi vegera Zabel despêdike, di rastiyê de vegera wê li zarokatiya wê demborî û sirên wê ne. Di jiyna Zabel de karektera herî bi hêz jî xaltiya wê ye. Xaltiya wê ji bo wê qala bajarên digiriyan dikir. Paşê Zabel di koçberiyê de li peyî xwe bajarên xirabe, dibistan û dêr hêlan wê bi xwe jî şahidiya bajarên digiriyan kir...
Di nava lîstokê de dika herî balkêş jî ji malê derketin û derneketina jinan bûye. Her ku Zabel mezin dibe navenda jiyanê lê teng dibe û ew dixwaze derkeve derve. Diya wê û xaltiya wê bi wê didan têgihiştin ku kilîta derketina jiderve zewicîne, paşê tarîtiya îslama şîn hîndibe. Zabel difikire ji bo derkeve ji derve divê bizewice. Piştî salan dibe jinek ciwan pirtûkên Nivîskara Feminist Sirpuhi Dusap dixwîne û ji bo xwe mînak digire.
Zabel ji ber helwestên xwe neçar dibe ku Stenbolê biterikîne. Jinên ku di jiyana wê de cîh girtine wê amade dikin û dixin ser rêya koçberiyê. Ji ber sirên xwe par kiriye, stiranên bajarê digirî gitiye, kincên bi rengên şaş li xwe kiriye hatiye cezakirin, pirtûkên azadiya jinê nivisiye hedef hatiye girtin... Perde di sala 1915'an de tê girtin.
(zt)