Pêşangeha sûretên zarokên Êzidî hate vekirin

16:15

JINHA

AMED - Di hefteya mafên mirovan de pêşangeha sûretan ya ku ji aliyê zarokên Êzidî ve hatine çêkirin hat pêşandan. Pêşangeh li Navenda Çanda Cegerxwînê hat vekirin û dê hefteyekê vekirî bimîne.

Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê, Baroya Amedê, Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyeyê ya Şaxa Amedê (TÎHV) û Odeya Tabîban ya Amedê (DTO) têkîldarî hefteya Mafên Mirovan, li Navenda Çanda Cegerxwînê bi zarokên Êzidî re pêşangeheke vekir. 40 sûret, 16 kukla, rolyefek û 33 maskeyên ji aliyê 500 zarokên Êzidî yên li kampa Êzidiyan a Yenîşehîr ya Amedê dijîn hatin çêkirin, di pêşangehê de hatin pêşandan.

Pêşangeh di roja yekem de rastî eleqeyekî mezin hat. Di roja ewil de ziyaret hîn bêhtir ji aliyê zarokan hat kirin. Zarokên ku hatin pêşangehê eleqeyekî mezin nîşanî kuklayan dan.

Pêşangeh, dê hefteyekê li Salona Pêşangehê ya Navenda Çanda Cegerxwînê berdewam bike.

(rc)