Zarokên Surê ji ber qedexeyê tevlî xebatên atoliyayê nabin
09:07
Beritan Canozer - Tekoşin Tekin / JINHA
AMED - Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê ji bo zarokên Surê atoliyeya wêneyan daye despêkirin. Ji ber qedexeya derketina kolanan zarokên Surê nikarin beşdarî xebatên atoliyayê bibin. Xebatkara Navendê Kibar Suvarî got: "Em dixwazin zarokên ji zilma dewletê tiştek nedîtine bi wênekêşan kenên xwe bidin nîşandan."
Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê ji bo di aliyê civakî û derunî de alîkariya zarokên Surê yên demdirj dibin dorpêçê de ne bikin atoliyeya wêneyan dane despêkirin. Di derbarê mijarê de Xebatkara Navendê Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezênê Amedê Kibar Suvarî de diyar kir ku dê mijulbûna wêneyan bê kêrî karê zarokan bê. Kibar da zanîn ku ewê 8 hefteyan perwerda wênekêşiyê bidin 10 zarokên temenê wan dinava 11 û 13 saliyê de. Kibar destnîşan kir ku divê xebatên atoliyayê bihatana despêkirin lê ji ber qedexeya derketina kolanan xebatên wan hatine paşde xistin.
'Dê zarok bi rêya hunerê xwe bînin ziman'
Kibar destnîşan kir ku ew dixwazin zarok bi xwe tiştên jiyan kirine bi wêneyan bidin nîşandan û wiha domand: "Em dixwazin hişmendiya zarokan bi wêneyan bidin nîşandan. Ji bo zarok bi rêya hunerê xwe bînin ziman me dest bi vê xebatê kiriye. Divê zarok tiştên jiyan kirine bidin derve. Rêya wê ya herî baş jî hunere. Em dixwazin ji destê zarokan ne bêhna çekan, bêhna hunerê bê. Ev 5 mehe ser vê erdnîgariyê ji derveyî zilam dewletê zarokan tiştek nedîtiye. Ji bo wê jî tişta ji destê me bê emê ji bo zarokan bikin. Hefteya derbasbûyî dê perwerda me despêkiribana, lê ji ber qedexeya derketina kolanan xebatên me paşde hatin xistin. Dewleta ku destê zarokan dikişîne beran û çekan heye, lê emê vê bidin guhertin. Em dixwazin cîhanek a zarok têde bikarin bijîn avabikin. Dema ku qedexe bê rakirin dê atoliyeya me despêbike."
(zt)