Wêneyek din di bin wêneyê Monalîza de hat dîtin

14:57

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Zanyarek Fransî diyar kir ku bi rêka teknolojiya teyîsandina ronahiyê kariye qetek din li bin wêneya Monalîz a berhema Davincî peyda bike.

Zanyarê Fransî Pascal Coste ku nêzî deh sale bi rêka vê teknolojiyê li ser vê tabloya tije sirr lêkolîn dike, agahiyên balkêş da. Pascal Cost diyar dike ku di bin wêneya esasî de wêneyek din jî heye. Di encama lêkoklîna Coste de derketiye holê ku rûyek din li pişt tabloya esasî ya ku em dibînin e. Muzeya Lûr ku cihê ragirtina tabloya Leonardo da Vinci ye hêj îdieayên Pascal Coste piştrast nekiriye. Tê gotin di lêkolîna Coste de kesek rûniştî heye ku geleke dişibe wêneya esasî ya Monalîza lê ken li ser rûyê wê nîne.

Muzeya Lûr sala 2004’an destûr da zanyarê Fransî Coste ku li ser vê tabloyê lêkolînan pêk bîne. Tabloya wêneyê ya Mona Lîza ku bi ‘Kenê Jokend’ jî tê naskirin, wek berhema hunerî ya cîhanê ya herî tije sirr tê zanîn. Herta niha gelek lêkolîn li ser hatine kirin da ku were zanîn ka ev jin kêye û çi peywendiya wê bi Leonardo da Vinci re hebûye.

Dîroka çêkirina vê berhemê di navbera salên 1503-1517’an de tê texmînkirin.

(rc)