Pirtûka 'Ruyê Şidetê ya Zayendî'

10:10

JINHA

ENQERE - Akademisyen Betul Yarar di pirtûka xwe ya 'Ruyê Şidetê yê Zayendî' de şêwyên şidetê despêkê ji hiyararşiya newekheviya jin û mêr despêdike, awayê şidetê yê zayendî, bi qasî malbatê têkiliya dewletê bi şidetê re, têkiliya wê bi nijadperestî û militarîzmê re raxistiye berçavan.

Pirtûka "Ruyê Şidetê yê Zayendî" ya ku ji aliyê Akademisyen Betul Yarar ve hatî berhevkirin û ji weşanên Zanîngeha Zanînê ya Stenbolê derketî ji nivîsên Alev Oz kazanç, H. Bahadir Turk, İlknur Hacisoftaoglu, Nefise Bulgu, Ozkan Agtaş, Funda Şenol Cantek, Betul Yarar, Emel Memiş, Gulriz Uygur, Oya Aydin û Çigdem Akgul pêk tên.

Perwerdêra Fakulteya Gihandinê ya Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Betul Yarar pirtûka xwe ya berhevkirinê ya bi navê "Ruyê Şidetê yê Zayendî" de têkiliya zayendîtî û şidetê vegotiye. Betul wiha qala armancên pirtûka xwe dike: "Ji bo têkiliyên tevlîhev ên şidet û zayenditiyê bê dîtin pêdivî bi xebatên wiha heye. Dewlet jî ser tekela şidet û zayenditiyê xwe berdewam dike."

Betul wiha qala awayê şidetê yê zayendî kir: "Li gorî lêkolînan derdikeve holê ku dema şideta dewletê yan jî şer zêde dibe şideta nava malê jî zêde dibe."

(zt)