Çand û hunera Kurd bi destê jinê giyan dibîne
08:39
Hulya Okalîn/JINHA
WAN - Jinên li Navenda Çand û Hunera Nûda ya Wanê qursa çand û hunerê dibînin eleqeyek mezin nîşanê muzîk û tembûrê didin. Jina bi navê Dîlan Işik ya ku ev çend mehe waneya muzîk tembûrê dibîne diyar kir ku muzîk ew e û ew jî muzîk e.
Yek ji estrûmanên muzîkê ku di nav civaka gelê Mezopotamyayê hatiyê afirandin û di dîroka herî kevnar de cihê xwe girtiyê tembûr e. Tê zanîn ku Berî Zayendê tembûr bi destê jinan hatiyê afirandin. Jinan di wê demê de di şahiyan de ligel muzikê li tembûrê dixistin û şahî geş dikirin.
Ji tembûrê bêhna dîrokê tê
Muzîk û tembûr piranî li Rojhilata Navîn û Asya hatiye berdewam kirin û bi taybetî jî di nava çanda kurdan de bûye sembol. Her çiqas tembûr û muzîk di nav civaka Îslamê de wek guneh û şerm hatibe dîtin jî xwezahiya xwe parast û heya roja me ya îro hat. Muzîk û tembûra ku ji nav dîroka herî kevnarî derketiye niha ji aliyê jinan tê parastin û berdewam kirin.
'Tembûr xeyala zarokatiya min e'
Jinên ku li Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ya Wanê waneya muzîk û tembûrê dibînin hestên xwe yên li hember muzîk û hunerê anîn ziman. Jina bi navê Besra Demîr(21) ku ev çend mehê dest bi waneya tembûrê kiriye anî ziman ku ji zarokatiya xwe heya niha ji dengê tembûrê hes dikir û hemû xeyala wê lêdana tembûrê bû ye.
'Ji bo tembûrê bi malbata xwe re têkoşiyam'
Besra diyar kir ku dema jinên hunermend yên profesyonelî li tembûrê didan hêz didan wê û heskirina lêdana tembûrê di dilê wê de şîn dibû û wiha got: "Di nav civaka me de lêdana tembûr û muzîk guhen û şerm e. Ji ber vê yekê her çiqas min dixwest ez fêrî lêdana tembûrê bibim jî malbata min ji min re dibû asteng û her tim digotin 'Şerm e, jin li tembûrê nadin û nastirên' lê min tu carî bi gotinê wan ne dikir. Ji ber lêdana tembûrê ji bo min bibû meraq û min gelek jê hes dikir. Min ji bo waneya tembûrê bi malbata xwe re gelek têkoşiyam û niha bi tembûra xwe re me."
'Tembûr mîrateya çanda kurdan e'
Besra got ku tembûr bi dengê xwe xweş û aramî di nav amûrên muzîkê de herî zêde bala kesan dikişîne ser xwe ye. Lewra tembûr di cihek cuda de ye. Besra got ku tembûr mîrateya çanda kurdan a kevnare ye. Divê ciwan li mîrateyên xwe xwedî derkevin.
'Muzîk nasnameya jinê ye'
Jina bi navê Dîlan Işik (21) ya ku ev çend mehe li Navenda Çand û Hunera Nûda yê waneya muzîkê dibînê û bi dengê xwe yê xweş û aramî bala hemû kesî dikêşe ser xwe jî qala giringiya muzîkê kir û got ku muzîk nasnameya jinan e û got "Ji ber ku muzîkê jinan daye afirandin, jin muzîk e, muzîk jî jin e." Dîlan anî ziman ku muzîk ji bo wan qada coş û moralê ye.
(ga/rc)