Festîvala Şanoyê di roja 5 de berdewam dike
13:22
JINHA
AMED - Festîvala Şanoyê ya Sêyan ku Şanoya Bajarê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist, di roja pêncan de bi lîstik û semîneran dewam kir. Di beşa duh de lîstikên “Xaw Eray Zemîn” û “Bijîşkê Hêja” hatin nîşandan, Çetoyê Zêdê di semînera bi navê “Di Dîroka Şanoya Kurdî De Berhem û Wêje” de axivî û got, gava ku ew dîroka şanoyê nivîsiye ji ber nebûna arşîvê gelek zehmetî dîtiye û got, pêdivî bi arşîva nivîskî heye.
3. Festîvala şanoyê a Amedê, bi lîstikên şanoyê û semîneran dewam dike. Duh di çarçoveya festîvalê de lîstika Xan Eray Zemîn a Koma Şanoya Îlamê li Salona Sînemayê a Cep ya Şaredariya Bajarê Mezin hate nîşandan. Lîstika ku Elî Şoyî nivîsiye û Husna Qubadî bi rê ve dibe ji aliyê gelek kesî ve hate temaşe kirin.
Di lîstikê de behsa bûyereke 8 salên şerê Iraq û Îranê tê kirin. Jin û mêrek li devera bêalî konê xwe vedigirin û ne Iraqê ne jî Îranê qebûl dikin. Ev jin û mêr lawê xwe Adil di şer de qurbanî didin û gava li cenazeyê kurê xwe digirin jin aqilê xwe winda dike, paşî dewleta Îranê wan ji ser sînor sirgûn dike.
Bijîşkê Hêja ya Çehov
Teatra Jiyana Nû jî lîstika “Bijîşkê Hêja” ya Anton Çehov ku ji kurtenivîsên cuda cuda pêk tê li Salona Şanoyê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn derxist ser dikê. Lîstika ku Rûgeş Kirici û Nazmî Karaman derhêneriya wê dikin, ji aliyê lîstikvanên Teatra Jiyana Nû ya bi ser NÇMê ve tê lîstin. Temaşevanan eleqeyeke germ nîşanî lîstikê da. Piştî lîstikê Leyla Batgî derket ser sehneyê û lîstikvan pîroz kirin. Lîstik, li ser hindê ye ku mirovên xweşik û diltenik dê çawa jiyana xwe xweşiktir bikin, hêz û lawaziya mirovan dinirxîne, ferq û cudahiya çînî şîrove dike û serdest û bindestiyê vedibêje.
'Gava me xwest dîroka şanoyê binivîsinin pir zehmetî hebûn'
Di çarçoveya festîvalê de nivîskar Çetoyê Zêdo semînera bi navê “Di Dîroka Şanoya Kurdî De Berhem û Wêje” pêşkêş kir. Çetoyê diyar kir ku çand û zimanê kurdî di gelek waran de li ber talanê ketiye, talana nû jî bi amûrên modern berdewam e û got, şanoya kurdî jî para xwe ji vê wergirt. Çetoyê behsa naveroka xebata xwe ya li ser şanoya kurdî kir û got, “Dîrokzanên kurd, hewl didin dîroka kurdî bi awayê herî baş bigihînin roja me. Di warê zargotinê de pêşketin di warê nivîskî de ew çend çênebûye. Me xwest dîroka şanoyê di her warî de vebêjin û gelek zehmetî me kişand.” Çetoyê da zanîn ku gava kurd materyalan berhev dikin gelek zehmetiyan dikêşin, hunera kurdî li ser kesan dimeşe û ev jî gelek zehmetî û kêmasiyan bi xwe re tîne.
Çetoyê destnîşan kir ku pêdiviya kurdan bi arşîvê heye û weha axivî: “Tim dibêjin pêdiviya kurdan bi arşîvê heye lê tu kiryar tune. Êdî divê arşîveke kurdan hebe û kurd ji vê sûdê wergirin.”
(rc)