Gavê despêk ji bo Muza Jinên Mezopotamyayê hat avêtin
10:53
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Xebatê Muzeya Jinên Mezopotamyayê despêkir. Bi tevlîbûna pisporan ji bo muzeyê dê Konferansa lêkolînê were li darxistin. Muzeya ku wê bi rengê jin bê avakirin dê hemû lêkolînan bike.
Biryara Muzeya Jinên Mezopotamya yê ku di Danezana Hilbijartinê a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih digrt derbasî jiyanê dibe. Xebatê muzeyê bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li xaniyên dîrokî a Surê despêkir. Tevî pêvajoyên neolîtîk a ku bi rengê jin hatiye nexşandin, wêne û fîgûrên ku pêşengiya jin dide nîşandan kêm maye amedekariya wê biqede. Seroka Daîre a Polîtîkayên Jin Yûksel Acer diyar kir ku ew lezgînî dane xebatên xwe û got ku ew ê bi sayê vê muzê bihêlin ku jin rastiyê xwe bibînin. Yûksel destnîşan kir ku ew ê biryarên şênber di 'Konferansa Lêkolînê' de bigrin û navê muzeyê dê bibe Muza Jinên Mezopotamyayê.
Dê konferansa Lêkolînê were li darxistin
Yûksel anî ziman ku ew ê hemû saziyên jin dawetê konferansa ku were li darxistin bikin û her wiha got ji bo xebatên muzeyê ew ê kesên pispor û lêkolînvanên jin ên Mezopotamyayê dawet bikin. Yûksel diyar kir ku dîroka konferansê ne diyare lê belê di demek kin de ew ê pilansaziya vê çêbikin. Yûksel qala rojevê konferansê jî kir û got ew ê li ser mijarên wek 'Em muzeyek çawan dixwazin, divê çi cihê xwe di mûzê de bigre û çi divê balê bikşîne' nîqaşan bikin.
Xebatê Restorasyonê berdewam dike
Sereka Daîreya Mîrateya Çandî û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin Nevîn Soyukaya jî derbarê xebatê muzeyê jinan de agahî da û got ew xebatê xwe berfireh dikin. Nevîn derbarê 'Konferansa Lêkolînê' de wiha got: "Lêkolînvanên jin, zanyarên mûze, STK ên ku eleqe nîşan didin û gelek saziyên din dê beşdarî konferansê bibin û li ser pirsa 'Muzeyek çawa divê' wê nîqaş bên kirin. Xebatê Restorasyonên berdewam dike. Muzeyê ku em ê li Surê vekin dê xwedî wateyek dîrokî be. Piştî konferansa lêkolînê em ê koleksiyona muzeyê avabikin. Gelek xebat di nava hevde wê bên kirin û lêkolîn niha de despêkiriye. Em ê bi tevlîbûna her kesî vê pêvajoyê rêvebibin."
(rc)