Navenda Nûda dest bi xebatên xwe yên demsalê kir
09:42
Hulya Okalîn/JINHA
WAN - Navenda Çand û Hûnera Nûda ya dibinya Şaredariya Navçeya Rêya Armuşê ya Wanê de xebatên xwe birêve dibe dest bi faliyetên xwe yên demsalî kir. Nûnera Nûdayê Salîha Ayatan derbarê faliyetên xwe yên çand û hûnerê de axivî û diyar kir ku her sal bi dehan ciwan bi çand û hûnerê xwe îfade dikin. Salîha eleqeya jinê ya li hemberî çand û hûnerê jî nirxand û got ku jin giyanê dide çand û hûnerê.
Navenda Çand û Hûnera Nûda ya dibiniya Şaredariya navçeya Rêya Armuşê ya Wanê de hatî avakirin dest bi xebatên xwe yên demsalê kir. Navenda Nûda ku di sala 2013'an de bi armanca waneyên çand û hûnerê bidin ciwanan hat vekirin, xebatên xwe bê navber berdewam dike û ciwanan bi çand û hûnerê didin nasîn. Navenda Nûda her sal dersên erbanê, tembûr, şano, wêje, govend, wêne û hwd dide. Îsal jî bi mamosteyên zana xebatên xwe didomînin. Nûnera Navenda Çand û Hûnera Nûda Salîha Ayatan di derbarê xebatên xwe de agahî da û diyar kir ku her sal bi sedan ciwan serî li wan didin.
'Zimanê kurdî Ji bo me giring e'
Salîha anî ziman ku hemû ciwanên serî li wan didin evindarê çand û hûnerê dibin û gotinê xwe wiha berdewam kir: " Di heftiyê de 5 roj dersên me yên sereke hene. Em nêzî 8 seatan ders didin ciwanan û gelek caran jî em seatên xwe bi gorî derfet û pêşniyariya wan digorinin. Di nav dersên me de wêje û dersên zimanên kurdî û zazakî jî hene. Ev beş ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyek mezin tê û bi kelecan tên tevlî waneyên me dibin û li ser zimanê kurdî dirawestin. Zimanê kurdî ji bo me girig e."
'Şagirdên serkeftî waneyên xwe derbasdikin namzetên mamostetiyê ne'
Salîha pergala perwerdehiya di mufredatên Tirkiyê de tên dayîn jî rexne kir û ev tişt got: "Ciwanên me ji ber pergala perwerdehiyê çanda xwe ji ber kirine. Dîsa bi heman sedemê ji çand û hûnerê dur ketine. Lê me bi projeyên xwe yên çard û hûnerê ciwanan bi çandê re da naskirin û ciwan jî vê gelek keyfxweş in. Hermû dersên me 3 sal berdewam dikin. Lê her çi qas bi salan ciwan bên jî acîz nabin û bê navber tên dersên xwe dibinin. Hemû şagirtên me bûne xwediyê malê û serûweriyê li navendê dikin."
'jina azad pêşengiya çand û hûnerê dike'
Salîha li ser eleqaya jinê ya li hemberî çand û hûnerê jî ev tişt anî ziman: "Li cem me xebatên atolyayê hene û ev atolye ji bo pêşketina xwenderakên me gelek baş in. Dîsa dê ji bo pêşketina ciwanan dê ji Îspanyayê mamosteyek gîtarîst bê û dersa gîtarê bide şagirtên li vîr. Atolyayên me yên çand û hûnerê herî zêde bala jinan dikişîne. Di rastiya xwe de jî çand û hûner bi destê jinê hatiyê afirandin. Çand bi jinê re dest pê kiriye û dê bi jinê berdewam bike. Jin ji dîrokê heya niha ji çand û hûnerê re pêşengiyê kiriye. Em jî di xebatên xwe de vê esas digirin û di çand û hûnerê de jinê dixin pêşeng. Jin di heman demê de ji bo ziman û ji bo pêşketina çandê xwedî rêbaz û hêzek e. Ji bom e ne jinên bindest jinên xwedî îrade û azad divên em jî di xwazin ku hemû jinên serî li me didin bi fikra azad bin. Ji ber ku jina pêşengiya çand û hûnerê bike divê bi fikirên xwe azad be."
'Jin giyanê dide çand û hûnerê'
Salîha di dawiya axatina xwe de destnîşan kir ku jin giyana çand û hûnerê ye û wiha got: "Jin bi çand e û çand jî hûner e. Çawa ku beden bê giyan nabe çand û hûner jî bê jinê nabe. Çand bi destê û xemlandina jinê can digire. Lewra çawa ku çand ji bo civakê giring e azadiya jinê jî ji bo pêşketina çandê giring e."
(ga/zt)