Filîmê 'Nû Jîn' berxwedana jinan a li hember çeteyan radixe berçavan

09:50

Hulya Okalîn /JINHA

WAN - Jinên kurd ên ku di sala 2014'an de li Kobanê hember çeteyên DAIŞ'ê ketin şer û bi lehengî liberxwedan ketin rojeva cihanê. Niha jî derhener û hunermendan vê berxwedana bêhempa bi berheman nemîr dikin. Derhenerê kurd Veysel Altay yê ku bi belgefîlma bi navê 'Nû Jîn' berxwedana jinan ya li hember çeteyan raxist ber çavan got: "Ev fîlm ji bo min gelek giring e."

Di sala 2014'an de Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve rastî êrîşên giran hat û di êrîşan de bi hezaran kesan jiyanan xwe jidest dan û bajar hat hilweşandin. Ligel êrîşên giran, tank û topên çeteyên DAIŞ'ê şervanê YPG û YPJ'ê bi berxwedanek mezin şer kirin. Derhenerê kurd Veysel Altay ê ku 3 mahan li Kobanê mayî û li şahidî ji berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê re kirî bi belgefîlmê nemîr kir. Belgefîlma bi navê Nû Jîn a ku herî zêde mîjara berxwedana jinan ya li Kobanê li hemberî çeteyan dide dest, li gelek cihan hat pêşandan û rastî eleqeyek mezin hat.

Derhenerê Veysel Altay derbarê fîlmê Nû Jîn de got ku di nav fîlman de filmê herî kelecan jiyaye eve û wiha got: "Ev fîlm ji bo min gelek giring e. Weke tê zanin li Kobanê berxwedanek mezin hat jiyandin. Me jî xwest perçeyek berxwedan û jiyana Kobanê bi belgefîlmek nemir bikin. Ez dibêjim parçeyek ji ber ku ne tu kemara û ne tu derhener dikarin yek bi yek wê berxwedan û şerê hatî jiyandin bi çend fîlman bigire dest û raxe ber çavan.

'Berxwedana Kobanê berxwedana jinan e'

Veysel li ser berxwedana jinê ya li Kobanê jî rawestiya û got ku jina kurd li Kobanê rûyê xwe yê rasteqîn daye nîşandan û wiha pê de çû: "Berxwedana Kobanê berxwedana jinan e. Me di belgefîlma xwe de herî zêde cih da berxwedan û şerê jinê. Jixwe di rastiya xwe de jin li wir bi çelengî li berxwedidan û xwe bi kedek mezin da nîşandan. Ji ber vê yekê me xwest em jin, rastiya jinê û rola jinê ya li Kobanê bi her kesî bidin nîşandan."

'Li Kobanê jiyanek nû tê avakirin'

Veysel li ser navê belgefîlmê Nû Jîn jî ev tişt anî ziman: "Dibêjin çima Nû Jîn. Ji ber ku gelê kurd di xwazin li Rojava jiyanek nû bidin ava kirin. Li Kobanê şer û berxwedanek bêhempa hat kirin û niha jî piştî ew qas şer û berxwedan berxwedana avakirinê tê meşandin. Bi rastî em bi mahan li wîr man û me zehmetiya şer û berxwedana YPG/YPJ'ê bi çavên xwe şopan û dît. Me yek bi yek hemû hewldanên wan kişand. Armanca me di serî de şopandina rewşa wê bû. Lê pîştî ku em vegeriyan me xwest ku vê hem nemîr bikin hem jî hemû berxwedanê li hemû cihanê belav bikin û me dest bi xebatek wiha kir."

'Elîf mîl da milê lehengên salan û li ber xwe da'

Veysel di berdewamiya axaftina xwe de li ser rola lenhenga belgefîlmê ya bi navê Elîf jî ev tişt got: "Di fîlmê de rola Elîf gelek efsanewiye. Ji ber ku Elîf keçek ciwan û bermalî bû. Pîştî ku çete Kobanê dagîr dikin çek hildigire û li hember çeteyên hov şer dike. Di heman demê de jinên leheng yên wek Viyan Peyman û Arîn Mîrkan yên ku bi salan li ser çiyan li hember pergala dewletê şer dikin hebûn. Elîf a ku tu carî neketiye nav şer û pêvçûnan mil dide milê lehengên salan û bi wan re bi armanca azadiyê şer dike. Me xwest ku berxwedan çawa jiyana jinê digorîne û jin jî nîşka ve çawa nêzî azadiyê dibe bidin nîşandan."

'Fîlma me bertekên erênî girt'

Veysel rexneyên erênî û neyînî ên li ser belgefîlmê jî wiha nirxand: "Çawa ku fîlma Nû Jîn hat pêşandan û şun de li ser fîlmê hem ji aliyê gel hem jî ji aliyê derheneran ve rexneyên erênî me stand. Wê demê me ji xwe re got ku me karek serkeftî daye dest pê kirin. Ev jî me keyfxweş dike."
Veysel di dawiya axaftina xwe de desnîşan kir ku ew armanc dikin ku hemû berxwedana Kobanê û berxwedana jinên kurd bi fîlman nemîr bikin û dê fîlmên bivî rengî dê berdewam bikin.

(ga/zt)