Mîhrîcana fîlman bi Nû Jîn dest pê kir
10:25
JINHA
WAN - Li Wanê 2'emîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarê ya bi dîrûşmeya "Em ji bo hezar rengan hene" bi belgefîlima Nujîn bi tevlîbûna bi hezar fîlmhesan dest pê kir.
Li Wanê 2'emîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarayê ya ku bi pêşenga Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) ya bi dîrûşmeya "Em ji bo hezar rengan hene" bi tevlîbûna hezeran fîlmhesan hat dest pê kirin. Mîhrîcana ku dê di navbera 10-15'an de bê li darxistin ewîl li salona Navenda Çand û Hunerê ya Nûda hat vekirin. Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan, Hevşaredara Bajarê Mezîn Hatîçe Çoban, nûner û rêveberên rêxisitinên HDP, BDP'ê, Malbata Şervanê YPG'ê Serdar Topçû ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da û gelek fîlmhes tevlî vekirina mîhrîcanê bûn.
Hevşaredara Bajarê Mezin Hatîce Çoban axavtina vekirinê kir û diyar kir ku êş û xema civaka kurd bi salan e bi hunerê hatiye heya roja me ya îro û got ku dê berdxwedana Kobanê û rêveberiya xweser jî bi xebatên hûnerê bigihin nîfşên nû. Hatîce anî ziman ku ji ber vê yekê çand û huner ji bo gelê kurd di asta herî bilind de ye û ji bo projeyên nû serkeftinê ji hunermendan de xwest.
'Em ê hunera gelê kurd li Kurdistanê belav bikin'
Pîştî axaftina Hatîce rêvebera mîhrîcanê Rêzan Baytar di derbarê xebata mîhrîcanê de axîvî û destnîşan kir ku huner ji aliyê hişmendiya desthilatdaran ve tê astengkirin û destûr nayê dayin ku hunermend hunera xwe ragihina gel. Rêzan got ku armanca mîhrîcanê ew e ku çand û hunera civaka kurd ragihin gel û bi hunerê xwe bigihinin gelê xwe ye. Rêzan anî ziman ku ev 2 salin li hemû heremên Kurdistanê bernameyên wiha li dar dixin û xwe digihinin civakan.
'Em bi berxwedana kurê xwe serfîras in'
Malbata Şervanê YPG'ê Serkan Topçû derketin ser dikê û beşdervanan slav kirin. Dayika Serdar hêstên xwe anî ziman û got ku ew bi berxwedan û mirina kurê xwe serfîrasin.
Belgefîlma Nûjîn ya ku mijara berxwedana Kobanê û jinên li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji desta dan, hat pêşandan û fîlm ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin hat. Kesên ku tevlî mîhrîcanê bûn di dawiya fîlm de bi deqeyan li ser piyan li çêpikan dan.
Derhenerê fîlma Nûjiyan Veysî Altay jî derheqê fîlmê de ev tişt got: "Cara yekem e ku min belgefîlmek wiha bi kelecan û hestiyar çêkir. Di her deqeyên wê de bi hest û aramîbûn ji ber vê yekê ev fîlm ji bo min gelek giring e."
Mîhrîcan bi qokteyl û konsera Koma Quartet a Anadoliyê berdewam kir. Beşdervanan di konserê de deqeyên aramî derbas kirin.
(kom/zt)