Di mîhrîcanê de fîlmên berxwedana jinan heye
09:30
Hulya Okalin/JINHA
WAN - Li Wanê 2'emîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarê di 10-15'ê Mijdarê de dest pê dike. Rojên fîlman a ku bêhtir dê fîlmên berxwedanê bên pêşandan diyarî Yaşar Kemal hate kirin. Di mîhrîcanê de gelek fîlmên jinan cih girtin. Nûnera Navenda Çand û Hunera Nûda Salîha Ayata diyar kir ku jin sembola berxwedanê ne ji bo wê jî pêdivî hewceye filîmên berxwedana jinan bên nîşandan.
Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) 2'yemîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarayê bi dîrûşmeya "Em ji bo hezar rengan hene" di 10-15'ê Mijdarê dê bê destpêkirin. Mîhrîcana fîlman a ku îsal diyarî Yaşar Kemal hat kirin herî zêde fîlmên berxwedanê, anîmasyonên kurdî, fîlmên dirêj û kurtefîlm, belgefîlm dê bên pêşandan. Her wiha di Mîhrîcanê de ji bîlî fîlmên Kurdistanê ji sînemaya Tirkiye û cihanê jî berhem beşdar bibin û derkevin pêşberî fîlmhesan.
'Li Xaçortê Şehîd Wedat dê bê pêşandan'
Nûnera Navenda Çand û Hunera Nûda Salîha Ayata diyar kir ku di merasîma vekirinê de Koma Muzîkê ya Anadolu Quertet derkeve ser dikê û belgefîlma Nûjî bê pêşandan. Salîha da zanîn ku cara yekem belgefîlma ku ji bo ciwanê bi navê Wedat Baliklî ku di 16'ê îlonê de di îlankirina rêveberiya xweser de li taxa Xaçortê ji aliyê polîsan ve hatî bû qetîlkirin, ya bi navê "Li Xaçort Şehîd Wedat" hat amade kirin dê cara yekem divê mîhrîcanê de bê pêşandin û wiha got: "Di mîhrîcana fîlmên îsal de gelek fîlmên cuda û renga reng derkevin pêş fîlmhezan. Di her fîlmê de jiyana civaka kurd tê vegotin û her ferdek li Kurdistanê dijî dê xwe di fîlman de bibine."
'Gelek kes li benda fîlma Bakur in'
Salîha li ser berhemên ku dê di mîhrîcanê de bên pêşandan jî ev tişt anî ziman: "Di mîhrîcanê de dê gelek fîlmên cuda derkevin pêşberî gel. Her fîlmek xwedî wate û rengek e. ji ber vê yekê em bawer dikin ku dê welatî ji fîlman têr bibin. Ji ber ku her roj dê herî kêm 3 fîlm bên pêşandin. Welatiyên ku pirsa berheman ji me dikin, em qala fîlman ji wan re dikin û eleqeyek mezîn nîşan didin. Lê gelek kes bi kelecanek mezin li benda fîlma Bakur û Xaçorta Şehîd Wedat in û dixwazin wê temaşe bikin."
Di mîhrîcanê de gelek fîlên jinan ji hene
Salîha anî ziman ku di mîhrîcana fîliman de gelek fîlmên jinan jî hene û ji wan yên herî balê dikişîne fîlma bi navê "Hêvî" ya ku jiyana Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku di 9'ê Çileyê de li Paytexta Fransayê Parîsê ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetîlkirin, vedibêje û fîlma bi navê "Nûjîn" a ku berxwedana Kobanê vedibêje ye. Salîha li ser van berheman jî wiha axivî: "Çawa ku me di dîrûşmeya xwe de jî anî ziman mîhrîcana îsal bi hemû rengan di nav xwe de kom dike û me cih daye hemû cure û rengên cihanê. Bêguman jin jî yek ji van cure û rengê cihanê ne. Lewra me divê mîhrîcanê de jî cih da jinan. Me qala berxwedaniyê kir. Wek ku tê zanin Sakîne Cansiz jinek berxwedêr û wêrek bû. Dîsa li Kobanê bi hezaran jin li hember çetêyên hov sing û sing şer kirin û bi berxwedaneke mezin bi ser ketin. Di roja me ya îro de jin sembola berxwedanê tên dîtin. Fîlma bi navê Nujîyan a ku qala berxwedana jinê ya ku çawa li hember zilmê serî hildan vedibêje. Hêvî dîsa heman wêrektiya jinê vedibêje. Ev fîlm ji bo dîroka jinê jî gelek giring in."
Salîha herî dawî bibirxist ku temaşekirina fîlman dê li Navenda Çanda Nûda bê dest pêkirin û banga tevlîbûnê li her kesê kir.
(ho/zt)